Saziyên jinên Kurd komplo şermezar kirin

Saziyên jinên Kurd ên li Elmanyayê bi daxuyaniyeke hevpar komploya navneteweyî ya 15'ê Sibatê şermezar kirin.

Buroya Aştiyê ya Jinên Kurd Cenî, Yekîtiya Jinên Kurd a Elmanya (YJK-E), Jinên Xwendekar ên Kurdistan (JXK), Sîwana Meclîsên Jinên Êzîdi (SMJÊ) bi wesîleya 15'ê Sibatê daxuyaniyeke hevpar weşandin. 

Di daxuyaniya bi zimanê Elmanî de tê bibîrxistin di 15'ê Sibata 1999'an de NATO'yê bi operasyonekê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan radestî Tirkiyê kir û tê gotin, armanca radestikirinê ew bû ku Ocalan di dadgeheke navneteweyî de neyê mehkemekirin û gelê Kurd daxwaza mafên xwe nikaribe bike. 

Di dewamiya daxiyaniyê de tê diyarkirin ku şideta li Tirkiyeyê û herêmên Kurdan zêde bûye, komkujiya ji aliyê DAÎŞ'ê, êrîşên li ser Kobanê, êrîşên dewleta Tirk ên li Sûr, Cizîrê têne bibîrxistin. Daxuyanî balê dikşîne ser êrîşên li hember Efrînê yên hê didomin û Ewrûpa û Elmanya ji ber têkiliyên xwe yên aborî û firotitina sîlehan a ji Tirkiyê re weke alîkarê tundiyê têne nîşandan.

Wekî din baweriya Ocalan a li jinan di daxuyaniyê de tê destnîşankirin û tê gotin ku fikir û Ramanên Ocalan li Bakurê Sûrî civakeke demokratîk hate avakirin a jin tê de li her derî cih digre, di her biryarê de xwedî gotin e.

Di dawiya daxuyaniyê de tê destnîşankirin ku Ocalan ewlekarê serketin û aştiyê ye û ev daxwaz hatin rêzkirin:

Di cih de qedandina tecrîdê û azada Abdullah Ocalan!

Pengaveke azadiyê ji bo Sûrî û Tirkiyê ya bi Abdullah Ocalan re!

Bi dawî anîna krîmînalîzekirina tevgera demikrasiyê ya Kurdan û rakirina qedexeya PKK'ê!

Ji Tirkî re sîleh neyên şandin û ji bo li Tirkiyê û Sûriyê asstî pêk bê gav bêne avêtin û Abdullah Ocalan  daxilî pêvajoyê bê kirin!

Sekinandina dîktatoriya Erdogan - Xweseriya Demokratîk a gelan bê naskirin!"