Sarîsaç: Sedema kuştina jinan yasayên AKP'ê ne

Wekîlê HPD'ê Murat Sarisaç li ser zêdebûna kuştina jinan a li Agirî û Wanê got sedema zêdebûna kuştina jinan yasayên AKP'ê ne, ku destekê dide hişmendiya nêr.

Van demên dawî li Agirî û Wanê kuştina jinan zêde dibe û ev rê ber fikaran vedike. Li Wanê vê sala dawî 22 jin hatin kuştin, mirina 7 jinan jî weke 'xwekuştina biguman' derbasî qeydan bû.

Li Agiriyê van 35 rojên dawî 6 jin bi rengekî guman li ser heye mirin. Ji 6 jinan di otopsiyan 5'an de tê gotin xwe kuştiye. Piraniya van jinan ku tê gotin xwe kuştine li nav malê tundî li wan hatiye kirin. 

Wekîlê HDP'ê yê Wanê Murat Sarisaç got zêdebûna kuştina jinan ên li Kurdistanê û Tİrkiyê ji polîtîkayên AKP'ê ne qut e û got bi serdema AKP'ê re hişmendiya mêrane sazûmanî bûye, nêr ji AKP'ê wêrekiyê distînin û jinan dikujin.

Sarisaç got mêrên ku jin kuştine li dadgehê cezayê wan tê kêmkirin û got, ''Di rewşeke wiha de ku wekîl û gel nikarin li kuçeyê daxuyaniya çapemeniyê bidin, bimeşin, xwepêşandana bikin, mixabin jin her roj li kuçeyan bi rehetî têne kuştin.  Jin êdî weke objeyekê têne dîtin. Sedema vê ya sereke jî nêzîkatiya desthilatê ye û her wiha cezayên ku didin wan ji kuştinê dûr naxe, teşwîq dike.

Em nikarin kuştina jinan ji vê bêrî bikin . Li Tirkiyê bi mêran re ev hişmendî geş bû; jin wê tenê li malê bimînin, zarokan bînin, li zarokan binerin û xwarinê çêbikin.  Deshilata AKP'ê bi wêrekiya ku dide hişmendiya nêrane û bi destekê her roj jin têne kuştin.  Yek ji serdema herî girîng a ku AKP destekê dide hişmendiya nêrane jî ew e ku ji jinan ditirse.''