Sara Aktaş hat girtin

Endama KJA'yê Sara Aktaş a ku bi biryarnameya Rewşa Awarte li Amedê hatibû binçavkirin li Stenbolê hat girtin.

Endama Desteya Koordînasyona KJA'yê Sara Aktaş ku beriya niha hatibû binçavkirin û bi şertê "cezayê malê" hatibû berdan, bi biryarnameya Rewşa Awarte li mala xwe ya li Amedê hat binçavkirin.

Aktaş a ku piştî pêr li mala xwe hatibû binçavkirin anîn Midûriyeta Emniyetê ya Stenbolê û ji wir sewqî Edliyeya Çaglayan a Stenbolê  hat kirin.  Aktaş a ku îfade da dozgeriyê bi daxwaza girtinê sewqî dadgeha nobedar hat kirin û ji aliyê dadgehê ve hat girtin.