SAKAD'ê li dijî zewaca bi temenê biçûk, dest bi têkoşînê kir
SAKAD'ê li dijî zewaca bi temenê biçûk, dest bi têkoşînê kir
SAKAD'ê li dijî zewaca bi temenê biçûk, dest bi têkoşînê kir
Komeleya Xurtkirin, Parastin, Nûjenkirin û Pêşvebirina Têkiliyên Jin Malbat û Zarokan (SAKAD) a li navçeya Wan Mehmûdiyeyê ye, ji bo di mijara zewaca bi temenê biçûk de civakê zane bike û pêşî li dijwariya ji ber zewaca bi temenê çûk rû bide bigire, dest bi karên projeya "Pêşîgirtina li zewaca bi temenê biçûk" kir.
SAKAD'ê, projeya xwe ya "Pêşîgirtina li zewacên bi temenê biçûk" li taxên Akkopru, Îstasyon, Îskele, Duzyol, Seyrantepe, Karşiyaka û Şemsîbey ên Wanê da destpêkirin. Proje bi piştgiriya Sefaretxaneya Bilind a Fînlandiyayê tê meşandin û tê xwestin ku pêşî li zewaca di temenê biçûk de bê girtin û di vê mijarê de civak were zanekirin. Ev karê ku li 7 taxên Wanê destpê kir, wê piştre berfireh bibe û li navçe û gundan belav bibe.
"ZEWACA DI TEMENÊ BIÇÛK DE, HATIYE ASAYÎKIRIN"
Seroka SAKAD'ê Hamîde Yenî got, "Zarokên keç ên di temenê biçûk de tên zewicandin, ji malbat û hevalên xwe tên dûrxistin. Li malê bi xeteriya dijwarî û xizaniyê re rû bi rû dimîne. Ji ber temenê xwe yê biçûk û bê perwerde, dayikên ciwan di mijara xwedîkirin û mezinkirina zarokan de jî pirsgirêkan dijîn. Keçên biçûk ên hîna têra xwe mezin nebûne û dibin ducanî, rê li ber bûyerên mirina dê-zarok vedike. Pirsgirêka "Bûkên zarok" rûyê tê dîtin ê pirsgirêkeke mezin e. Li gorî daneyên TUÎK'ê, ji her sê zewacan yek jê di temenê biçûk de çê bûye."
Yenî da xuyakirin ku ev rêje li gorî gelemperiya Tirkiyê li Kurdistanê zêdetir e û diyar kir ku di bin navê kevneşopiyê de hewl tê dayîn zewaca di temenê biçûk de bê rewakirin. Yenî got, "Ji bo çareseriya vê pirsgirêkê, divê haya herkesî ji rewşê çê bibe. Me di demeke kin de 150 zewacên bi temenê biçûk li Wanê tesbît kirin. Zarokên mêr ên di temenê biçûk de zewicîne jî, di nava xebatên me de cih digirin. Ew jî ji ber zewaca di temenê biçûk de kêmasî û pirsgirêkan dijîn."
"EMÊ BIÇIN SERDANA DIBISTANAN, MIZGEFTAN"
Yenî ragihand ku armanca wan pêşîgirtina li zewaca di temenê biçûk de ye û got, "Di vê mijarê de pêwîste em civakê zane bikin. Emê bi vê armancê yek bi yek li malan bigerin û behsa zerarên zewaca di temenê biçûk de bikin. Emê biçin serdana dibistanan, mizgeftan, keyayan. Her weha ji Ûçan Supurge û Platforma ji Bûkên Zarok re Na, 2 kes ji bo ezmûnên xwe parve bikin wê werin Wanê."