Li ser sûrên Amedê bi meşaleyan Newroz hate pîrozkirin
TJA’yê li ser sûrên Amedê bi meşa meşaleyî Newroz pîroz kir û bênavber dirûşmên “Bijî Serok Apo” û “Bê Serok jiyan nabe” berz kirin.
TJA’yê li ser sûrên Amedê bi meşa meşaleyî Newroz pîroz kir û bênavber dirûşmên “Bijî Serok Apo” û “Bê Serok jiyan nabe” berz kirin.
Tevgera Jinên Azad (TJA) li Ben û Sen a navçeya Sûrê bi erbane û meşaleyan Newroz pîroz kir.
Hevşaredarên navçeyan, parlementerên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), nûnerên gelek partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl û bi sedan kes beşdarî pîrozbahiyê bûn.
Girseya gel demeke dirêj li ber def û erbanê govend gerand, piştre meşale pêxistin û stran gotin. Paşê girseya ku bi meşaleyan derket ser sûran gelek caran bê navber dirûşmeyên “Newroz pîroz be”, “Bê Serok jiyan nabe”, “PKK gel e gel li vir e” û “Bijî Serok Apo” berz kirin. Jinan li ser sûran bi tilîliyan û dirûşma "Jin, Jiyan, Azadî" berz kirin. Girseya gel li ber def û arbanê li ser sûrên bajêr demeke dirêj dirûşm berz kirin û stranên Newrozê gotin.
Girse bi coş heman coşê ji ser sûran daketin û demeke dirêj govend gerandin.
'EM JI BO AŞTIYÊ HENE’
Ji TJA'yê Hacer Ozdemîr di pîrozbahiyê de axivî. Hacer Ozdemîr Dayika Aştiyê Sakîne Arat a ku îro jiyana xwe ji dest da, bi bîr anî û got, "Ewqas êş kişandin, lê dest ji têkoşîn û aştiyê bernedan."
Hacer Ozdemîr bal kişand ser banga dîrokî ya Rêber Apo û wiha domand: “Di 27’ê Sibatê de Birêz Ocalan agirê Newrozê pêxist. 8'ê Adarê û Newroza îsal cuda ye. Ji ber ku peyama Birêz Ocalan ji bo jinan, ji bo gelan, ji bo cîhanê pir girîng e. Birêz Ocalan dibêje, 'Divê komkujiya jinê û civakê raweste, civakek demokratîk bê afirandin.' Dibêje, 'Ji bo vê çi pêwîst be ez dikim, ez li vir im, vî karî dimeşînim.' Divê em vê peyamê baş fêm bikin û xwedî lê derkevin. Em ji bo jiyanek bi rûmet û aştiyek bi rûmet hene.”
‘EV NEWROZ WÊ BIBE NEWROZA AZADIYA OCALAN'
Parlamentera DEM Partiyê Newroz Uysal jî bi pîrozkirina Newrozê dest bi axaftina xwe kir. Newroz Uysal got, “Meşaleya Newrozê ya ku îro me li vir pêxist, wê bigihêje Silêmaniyê, Hewlêr, Kobanê, Dêrik û Efrînê. Newroz ji bo gelê Kurd tê wateya berxwedan, azadî û têkoşînê. Meşaleya ku me îro pêxist wê bigihêje Rojava. Wê bigihêje heta Pexşan Ezîzî. Wê xwe bigihîne jinên ku li Sûran bûne Newroz. Newroz li jinên Kurd û hemû jinan pîroz be. Newroza birêz Ocalan pîroz be. Newroz sembola berxwedanê ye. Peyama birêz Ocalan vê Newrozê watedartir dike. Ev Newroz wê bibe Newroza ku em ê birêz Ocalan azad bikin. Bi hembêzkirina peyamê em ê vê Newrozê bikin Newroza azadiyê.
Pîrozbahî bi gerandina govendê bi dawî bû.