BI DÎMEN

'Em ji vegera civakê re amade ne'

Karavana Vegera Civakê piştî daxuyaniya li Chiapasê, derbasî Mexico Cityê. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin, "Ev veger di heman demê de tê wateya dermankirina wêranî û birînên ji ber nijadperestî, faşîzm, nifret û hikûmetên rastgir derketine ho

FEMÎNÎSTÊN ABYA YALAYÊ

"Karavana Vegera Civakê" ya ji femînîst, aktîvîst û parêzvanên mafên mirovan ên Abya Yala, Euskal Herria, Kurdistan û herêmên cuda pêk tê, di 21'ê Hezîranê de li bajarê Chiapas ê Meksîkayê daxuyanî dan çapemeniyê û dawiyê çûn rawestgeha duyemîn Mexico Cityê.

Daxuyaniya çapemeniyê ji aliyê femînîstên Abya Yala, Mujeres Sexta Joven, Komîteya Piştgiriya bi Tevgera Jinên Kurd-Chiapas ve hat organîzekirin. 

Femînîstan li rawestgeha duyemîn Mexico Cityê li şaredariyên Milpa Alta û Xocimilkiyê bi gelên xwecihî yên ji bo ax û avê li ber xwe didin re hevdîtinê pêk bînin û bi beşdariya aktîvîstên li wir wê çalakiyekê li dar bixin.

Di daxuyaniyê de ji bo girtiyên siyasî yên Çîapasê û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daxwaza azadiyê hat kirin. Her wiha der barê pêvajoya 25 salên dîlgirtina Abdullah Ocalan de jî agahiyên kurt hatin dayîn. 

Di daxuyaniya çapemeniyê de têkildarî armanca çalakiyê ev daxuyanî hat dayîn:

“Di 21’ê Hezîranê de em ji Abya Yala, Euskal Herria, Kurdistan û herêmên din hatin. Femînîsta gel, parastvana axa xwe dermanker Lolîta Chavez ji sala 2017’an vir ve li sirgûnê ye, piştî ku ji sûcên li ser xwe beraat bû, vedigere civaka xwe. Lêbelê, her çend Lolîta Chavez ji hêla dadwerî ve azad e vegere axa xwe, lê gelek faktorên nijadperest, mêtinger hîn hene. Nûnertiya zihniyeta baviksalarî û desthilatdariya kapîtalîst hîn jî di kemînê de ne. Ji ber vê yekê femînîstên Abya Yalayê bi pêşengiya Lolîta Chavez biryar dan ku vê vegerê ji bo gelan weke rêyeke felsefî û siyasî pêk bînin. Ev veger di heman demê de tê wateya bi awayekî komî dermankirina wêranî û birînên ji ber nijadperestî, faşîzm, nifret û hikûmetên rastgir derketine holê. Weke femînîst û enternasyonalan, em amade ne ku sînoran hilweşînin û ji San Cristobal de las Casas, Chiapasê dest bi vegera civakê bikin.”