BI DÎMEN

Li Dusseldorfê coşa 8'ê Adarê: Şerê jinan wê dawî li şerê we bîne

Jinên Kurd û Elman 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê li Dusseldorfê bi mîtîng û meşekê pêşwazî kirin. 

8’Ê ADARÊ

Bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê ji aliyê jinên Kurd û komên cuda yên jinên Elman ve mîtîng û meş hate lidarxistin.

 

Bi pêşengiya NRW YJK-E bi sedan jin li ber DGB Haus a Dusseldorfê li hev civiyan û bi dirûşmên "Jin Jiyan Azadî" û "Şerê jinan wê dawî li şerê we bîne" mîtîngek li dar xistin.

Mîtînga ku bi piştgiriya însiyatîfa jinên femînîst ên Elman û navneteweyî hat lidarxistin, jinên Kurd bi cil û bergên xwe yên neteweyî reng dan mîtîngê. Însiyatîfa jinên femînîst jî bi al û pankartên xwe beşdar bûn.

Di mîtîngê de gelek nûnerên jin axaftin kirin, al û pankartên tundiya li ser jinê protesto dikin û balê dikişînin ser mafên jinan hatin vekirin. Li ser navê YJK-E Şîlan Ergîn axaftinek kir. Di axaftinan de jinên di têkoşîna azadiya jinê de şehîd bûne hatin bibîranîn û bal kişandin ser berpirsyariya jinan a li dijî pergala kapîtalîst. Hat destnîşankirin ku jin di dîrokê de ji bo jiyana azad têkoşiyaye.

Piştî axaftinan jinan bi pankarta "JIN JIYAN AZADÎ" meş li dar xistin. Di meşê de timî dirûşmeyên daxwaza azadiya jinê hatin berzkirin, alên ku balê dikişîne ser mafên jinan û tundiya li ser jinê hatin hilgirtin. Nivîsên ku gotinên Rêberê Gelê Kurd Ocalan ên li ser jinan hebûn bi kulîlkan hatin xemilandin û diyarî jinan hatin kirin. Ji ber polîsên Elman xwe li ber belavkirina diyariyên ku wêneyên Abdullah Ocalan û gotinên Abdullah Ocalan tê de ranegrit rê li ber aloziyê vekir. Jinan bi dirûşma "Bijî Serok Apo" û tilîliyan destwerdana polîsên Elman protesto kirin.

Jinan bi kortejê bi tembûr, arbane û amûrên muzîkê yên cuda meşa xwe berdewam kirin û bi cil û bergên xwe yên rengîn û alên xwe yên ku rengîn Dusseldorf xemilandin.