BI DÎMEN

Li Zurîhê li dijî şer peyama têkoşîna hevpar hat dayîn

Jinan bi şewitandina makêta balafirê şer protesto kirin, bal kişandin ser girîngiya stratejîk a têkoşîna hevpar a li dijî siyaseta baviksalariyê.

8’Ê ADARÊ

Jinên ku duh li gelek navendên Swîsreyê bi meşên şevê 8'ê Adarê pêşwazî kirin, îro li Zurîhê hatin cem hev û mêtingeriya keda jinan a ji aliyê pergala kapîtalîst ve şermezar kirin. Li ser banga Komîteya 8’ê Adarê ku 35 rêxistinên jinan ên Swîsreyî û koçber di nav de Yekîtiya Jinên Kurd a Swîsreyê (YJK-S) jî heye, li Paradeplatzê hatin cem hev.

Axaftina yekemîn di bin tevdîrên polîsan de li ser navê YJK-S'ê hat kirin. Nûnerê YJK-S'ê diyar kir ku wan 8'ê Adarê li ser bingeha pêngava "Em bi Jin Jiyan Azadî ber bi Şoreşa Jinê ve dimeşin" pêşwazî kirin û got, "Em weke Tevgera Jinên Kurd 8'ê Adara 2024'an bi baweriya ku sedsala 21'ê wê bibe sedsala azadiya jinê pêşwazî dikin."

Nûner diyar kir ku ew di şexsê Sara, Rojbîn, Ronahî, Evîn û Bîşeng de hemû şehîdên şoreşger ên di têkoşîna azadiya jinê de şehîd bûne bi hezkirin bi bîr tînin û wiha dewam kir:

“Sedsala 21’eemîn bêguman sedsala azadiya jinê ye. Ji Rosa Luxemburg heta Sakîne Cansiz, ji Xwişkên Mîrabel heta Hevrîn Xelef jinên cîhanê rê li ber jiyaneke azad û bi rûmet vekir. Têkoşîna jinên Kurd li çiyayên Kurdistanê û Rojava bû mînaka zindî ya vê berxwedana bêwestan. Ev têkoşîn îro li dijî polîtîkayên qirkirina jinê û qirkirinê bûye hêviyek herî mezin û rastiya herî mezin temsîl dike. Şiyarkirina vê hêviyê bûye armanca hevpar a hemû tevgerên jinên cîhanê.Şerên ku modernîteya kapîtalîst a baviksalar bi derxistina herî zêde bandorê li me jinan dike. Dema mirov li qeydên şerên ku hikûmetên baviksalarî ji bo hegemonyaya xwe bidomînin dinêre jî, hejmara jinên ku di şer de bêparastin mane, hatine kuştin, destavêtin, desteserkirin weke xenîmetên şer û ji neçarî koçberkirina ji warên xwe zêde dibe. Ji bo vê jî yên herî zêde dixwazin ji vê kaosê derkevin û herî zêde têdikoşin em jin in. Gelekî girîng e ku em bi hev re li dijî polîtîkayên baviksalariyê yên ku herî zêde li cîhanê bandorê li jinan dike têbikoşin. Em bang li jinan dikin ku ji bo azadiya xwe ya siyasî, civakî, aborî û çandî xwe bi rêxistin bikin û têbikoşin.”

Nûnera YKJ-S'ê bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got, "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re “çareseriya siyasî” ji bo me xwedî girîngiyeke stratejîk e. Azadiya Rêber APO tê wateya azadiya jinê. Ew garantiya wê ye ku riya ku em hilbijêrin dê serketî be. Em bi Jin Jiyan Azadî ber bi şoreşa jinê ve dimeşin. Ne tenê rojekê, her roj dem hatiye ku têkoşîna jinan bidome.

Di çalakiyê de li ser navê gelek rêxistinên jinan jî daxuyanî hatin dayîn. Jinên ku şerên li Kurdistan, Filistîn û Ukraynayê protesto kirin, diyar kirin ku berpirsyarê van rûxandinan dewletên kapîtalîst in. Hat diyarkirin ku jin li Rojava û Filistînê li ber xwe didin. Li qadê dirûşma "Bijî berxwedana gerîla” berz kirin. 

Piştî axaftinan bi hezaran kes dest bi meşê kir. Di tevahiya meşê de dirûşma "Jin Jiyan Azadî" ku bandor li tevahiya cîhanê kir, li kolanên Zurîhê deng veda. Di meşê de polîsan gelek navendên bajêr dorpêç kirin û li hemberî jinên ku boyaxê avêtin avahiyên şîrketên ku piştgiriyê didin şerê pergala kapîtalîst, derî girtin.

JI BO ŞERMEZARKIRINA ÊRÎŞÊN DAGIRKIRINÊ MAKÊTA BALAFIRÊ ŞEWITANDIN

Meş li Helvetîaplatzê bi dawî bû. Jinan ji bo şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê makêta balafira F-16 şewitandin. Jinan bênavber dirûşmên “Bijî berxwedana gerîla”, “Bijî bexwedana Rojava” berz kirin. Çalakî bi gerandina govendê bi dawî bû.

CENEVRE

Bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Cenevreyê (CDK-Ge) şahiyek hate lidarxistin. Duh li bajêr Meşa Şeva Femînîst hat lidarxistin.

Çalakî di şexsê endama Koordînasyona Komalên Jinên Ciwan Bîşeng Brûsk û endama Rêveberiya Komalên Jinên Ciwan Sara Hogir ên ku di 28’ê Tîrmeha 2023’an de di êrîşên dewleta Tirk a dagirker de şehîd bibûn, bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir. Mûzeyyen Orhan axaftinek kir. Li ser navê Komuna Jinê ya Sema Yuce.

Mûzeyyen Orhan diyar kir ku 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê di encama têkoşîn, berxwedan û bedelên mezin de pêk hatiye û got, "Jina Kurd bi saya fikir û felsefeya Rêber Apo bû hêza pêşeng a têkoşîna jinê. Em dibînin ku jinan çiqas destkeftiyên mezin bi dest xistine. Jin wê roj bi roj bihêztir bibin.”
Muzeyyen Orhan axaftina xwe wiha berdewam kir: "Armanca me azadiya fîzîkî ya Rêbertî û rizgarkirina Kurdistanê ye. Divê ciwan ji felsefeya Rêber Apo re pêşengiyê bikin. Em hemû dizanin ku heta jin azad nebe civak azad nabe.

Piştî axaftina Muzeyyen Orhan, skêca ku ji aliyê Komîsyona Çandê ve hatibû amadekirin, hat pêşandan. Di çalakiyê de helbest û muzîk hatin pêşkêşkirin û govend gerandin.