Li Edene û Antalyayê mîtîngên 8’ê Adarê 

Jinên ku li Edene û Antalyayê daketin qadan, peyama "Em ê bi îsyana xwe xizanî, şer, tundiya mêr-dewletê, paşverû bûn, cihekarî, homofobî û pergala we ya îstîsmarê tune bikin."

8’Ê ADARÊ

Platforma Jinan a Edeneyê bi boneya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê bi şîara "Em ê cîhaneke wekhev, azad, adil, bê şîdet û şer ava bikin" ji Pira Kasim Gulek heta Qada Ugur Mumcu meş pêk anî. Piştî meşê "8'ê Adarê Mîtînga Jinan" hat lidarxistin.
Li dijî polîtîkayên rantê yên li herêma erdhejê, jinan bi hilgirtina wêneyên siyasetmedarên jin ên di zindanan de girtî, azadiya xwe xwestin.
Parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) Perîhan Koca û Gulîstan Kiliç Koçyîgît, namzetên hevşaredar ên DEM Partiyê beşdarî korteja DEM Partiyê bûn û bi rêzgirtinê meşiyan. Dayikên Aştiyê û xizmên girtiyên ku beşdarî meşê bûn, di çarçoveya kampanya "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî" girtiyên di greva birçîbûnê de ne silav kirin û dirûşmeyên "Bijî berxwedana zindanan", “Bê Serok jiyan nabe", "Jin jiyan azadî" berz kirin. Dayikan xwestin daxwazên girtiyan pêk bên.
Di mîtîngê de Yasemîn Goksu derket ser dikê. Jinan bertek nîşanî qedexeya li ser dika Koma Muzîkê ya Kolektîfa Rîtmên Azad a ku dihat plankirin derkevin ser dikê dan. Endamên komê yên ku derketin ser dikê bertek nîşanî vê yekê dan û biryara qedexeyê weke kêfî nirxandin û muzîka Kurdî asteng kirin. Di mîtînga ku bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir, Koçyîgît û Koca girse silav kirin û 8'ê Adarê pîroz kirin.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku barê lênêrînê avetine ser milê jinan, ew neçar kirin ku ji qada giştî, jiyana civakî û hilberînê dûr bikevin.
Di metna ku bertek nîşanî polîtîkayên înkar, xitimandinê û şerê li ser pirsgirêka Kurd hat dayîn, hat gotin ku, "Dagirkirina Filistînê ji aliyê Îsraîlê ve, rê li ber gurkirina hemû nakokiyên etnîkî, olî/mezhebî yên li herêmê û derketina qirkirinên din vekir. Ev demeke dirêj e li Rojhilata Navîn; Her ku şer û pevçûnên li Sûriye, Iraq, Yemen, Sûdan û Ukraynayê berdewam dikin qeyrana aborî kûrtir dike. Rewşa karker, gel û jinan her ku diçe xirabtir dibe. Em jin aştiyê dixwazin, ne şer. 
Li dijî Îsraîlê em bibin denge gelê Fîlîstînê. Hevgirtina me ya bi gelê Kurd re wê li dijî dagirkeriya dewleta AKP’ê ya li Rojava li gorî berjewendiyên xwe yên kolonyalîst ên emperyalîst bidome. Em ê teqez cîhanek azad ava bikin.”
Mîtîng bi govendê bi dawî bû.
ANTALYA
Platforma Jinan a Antalyayê bi boneya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê bi şîara, "Em ê bi îsyana xwe xizanî, şer, tundiya mêr-dewlet, paşverû bûn, cihêkarî, homofobî û pergala we ya îstîsmarê tune bikin."  li Parka Aydin Kanza kom bûn û heta Qada Cumhuriyetê meşiyan.
Piştî meşê li Qada Cûmhûriyetê mîtîngek hat lidarxistin. Mîtîng bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir û metna çapemeniyê bi Kurdî û Tirkî hate xwendin. Di daxuyaniya hevpar de ev gotin hatin bikaranîn: "Di sala 2023'an de mirina 248 jinan weke gumanbar hat qeydkirin. Daneyên me nîşan dide ku jin ji aliyê mêrên herî nêzî xwe ve tên qetilkirin. Kesên ku tundiya li ser jinan dikin her tim mêrên herî nêzî  wan in.  Bav, bira, hevjînê berê, evîndar û xizm. Mirinên herî zêde yên jinan ev in: "Cihên ku tên qetilkirin malên wan in. Desthilatdariya AKP-MHP'ê ya ku polîtîkayên pêşîlêgirtinê li dijî tundiya li ser jinan pêş naxe. Bi bêcezabûnê wan xelat dike, hewl dide jinan di nava malbatê de bihêle. Em ê li dijî polîtîkayên dijminê jinan ên AKP-MHP’ê yên ku hewl didin jinan ji qada giştî derxînin têkoşînê bimeşînin.”
Piştî axaftinan mîtîng bi muzîkê û govendê bi dawî bû.