Rûniştina Hozan Canê taloqî 9’ê Sibatê kirin
Rûniştina Hozan Canê ya bi îdîaya ‘alîkarîkirina rêxistinê’ dihate darezadnin, taloqaî 9’ê Sibata 2021’ê kirin.
Rûniştina Hozan Canê ya bi îdîaya ‘alîkarîkirina rêxistinê’ dihate darezadnin, taloqaî 9’ê Sibata 2021’ê kirin.
Rûniştian 3'an a doza Hozan Canê (Saîde Înanç) li Dadgeha Cezayê Giran a 3'an a Edîrneyê hat lidarxistin. Hunermen Canê bi îdiaya ku "alîkariya rêxistinê kiriye" tê darizandin. Canê û parêzerê xwe tevli danişînê bûn.
Di danişînê de piştî tespîtkirina nasnameyê, Canê axivî. Canê tiştên pê tê tawanbarkirin qebûl nekirin. Dû re parêzerê wê axivî û doza beraeta muwekîla xwe kir.
Piştî parêziyan heyeta dadgehê jî biryara xwe aşkere kir û danişînî taloqî 9'ê Sibata 2021'ê kir.