Rûniştina doza Nûrhayat Altûn pêk hat
Di rûniştina doza ku ji bo Hevşaredara Dersimê Nûrhayat Altûn ku ji bo wê 22 sal û nîv cezayê girtîgehê tê xwestin, nehat berdan.
Di rûniştina doza ku ji bo Hevşaredara Dersimê Nûrhayat Altûn ku ji bo wê 22 sal û nîv cezayê girtîgehê tê xwestin, nehat berdan.
Serdozgeriya Komarê a Dersimê ku di çarçoveya lêpirsîna ku rêvedibir de, têkildarî Hevşaredara Dersimê Nûrhayat Altûn ku li cihê wê qeyûm hatibû wezîfedarkirin û di 16'ê Mijdara 2016'an de hatibû girtin bi hînceta ku 'rêveberê rêxistinê ye' ji 15 sal heta 22.5 sal cezayê girtîgehê jêre dihat xwestin û rûniştina dozê ya yekemin îro pêk hat. Yekemîn rûniştina doza Hevşaredara Dersimê Nurhayat Altun ku bi îdîaya "rêveberiya rêxistinê" li 1 Dadgeha Cezayên Giran a Dersimê hat dîtin. Altun, ku li Girtîgeha Tipa F a Kandira te girtin, bi rêya SEGBİS'e tev li rûniştina dozê bû.Parêzer Reyhan Yalçindag, Bariş Yîldirim, Fatma Kesen û Sûna Bilgîn di rûniştina dozê de amadebûn.
DI ÎDANAMEYÊ DE 'SÛC' TINE!
Di çarçoveya îdanameya ku ji 113 rûpelan pêktê de ji Altûn pirsên ku weke sûc nayê dîtin hat pirsîn.
Altûn din parastina xwe de bal kişand li ser siyaseta sivîl tê darizandin kir.
Parêzer Bariş Yildirim daxwaza berdana Altûn kir.
Parêzer Reyhan Yalçindag ji diyar kir ku îdanema bi zimanê îdolojî hatiye nivîsandin û xebatên partiya siyasî dibin parstina Destûra Bingehîn de hatiye kirin.
Heyeta Dadgehê bi hinceta hemû delîl nehatine komkirin doz taloqî 23'ê Cotmehê kir. Heyetê biryara berdewama girtina ALtun da.