BI DÎMEN

Rojhilat a ji Botanê ber bi Kobanê ve

Sorxwîn Rojhilat li Bakur, Rojhilat û Başûrê Kurdistanê gerîlayeke YJA Starê bû. Li Rojavayê Kurdistanê jî pêşengtî kir. Sorxwînê tecrûbeyên xwe yên li Rojava ji jinên Rojhilatê re jî veguhast.

Sorxwîn Rojhilat (Fatma Sakan) ji Botanê ji bo li dijî terora DAÎŞ'ê tevlî tekoşîna Kobanê bû û bû xwedî releke mezin. Di encama êrîşa dewleta Tirk a dagirker de ya di 11’ê Sibatê de ya li ser Federasyona Xaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya li Taxa Erbawiyeyê ya girêdayî Qamişloyê li gel hevrêya xwe Azadî Dêrikê gihişt şehadetê. Hevrêya Sorxwînê  Nûcan Rojhilatê anî ziman ku ew ne şoreşgereke parçeyekê bû, ew  şoreşgereke wisa bû ku erk û berpirsiyariyên xwe yen li hemberî mirovahiyê bi kûrahî hîs dikir û got: ‘’Sorxwîn dîrokek bû û dîrokek nivîsand.’’

Sorxwîn Rojhilat di sala 1985’an de li bajarê Makoyê yê Rojhilatê Kurdistanê ji dayik bû. Bi çîrokên tekoşînê yên eşîra Celalî û gundê Girikê yê Makoyê mezin dibe. Di temenekî biçûk de gerîlayên ku tên gundê Girikê nas dike. Hin caran agahî dida gerîlayan ji bo wan kar dikir û hin caran jî di navbera gerîla û gel de dibû pirek. Hevrêya Sorxwînê, Nûcan Rojhilatê tekoşîna Sorxwînê vegot ku ji nêz ve şahidiya xaka ku Şehîd Sorxwîn lê ji dayik bûye û mezin bûye, di sala 2006'an de tevlîbûna wê ya ji  nava refên PKK'ê re  û di sala 2014'an de ji Botanê derbasbûna Kobanê, kiriye.

KEVNEŞOPIYA BERXWEDANÊ KESAYETA SERHILDÊR DIAFIRÎNE

Nûcan Rojhilatê bal kişand ser xaka Makoyê ku Şehîd Sorxwîn lê ji dayik dibe û mezin dibe û Nûcanê ev yek anîn ziman: ‘’Heval Sorxwîn ji Rojhilatê Kurdistanê ye. Rojhilatê Kurdistanê xwedî dîrokeke dêrîn e. Taybetmendiyên herêmê yên weke parastin, pêşxistin û xwedîderketina çandê, parastina xakê û  parastina zimanî berboiçav in. Di mijara têkbirina serhildanan û bêdengkirina gel de dijminî planên qirêj saz kirine lê belê gelê Rojhilatê tim bi rêbazên cuda li hemberî van êrîşan li ber xwe daye. Heval Sorxwîn jî li xakeke bi vî rengî ji dayîk dibe. Bajarê Makoyê yê Rojhilatê Kurdistanê bi welatparêziya xwe tê zanîn. Taybetmendiyên wan ên weke neqebûlkirina dijminî û xwedîderkertina li çandê bûye sedem ku li wê xakê  kesayetên serhildêr derkevin.

BI ÇÎROKÊN SERHILDAN Û KOMKUJIYÊ MEZIN BÛ

Heval Sorxwîn ji eşîra Celaliyan e. Eşîra Celaliyan eşîreke wisa ye ku li hemberî dijmin tim li ber xwe daye, tim bi sirgûnan re rû bi rû maye, pergala dijmin tu carî qebûl nekiriye û tu carî dev ji tekoşîna xwe bernedaye. Heval Sorxwîn jî zarokeka  ji eşîra xwedî van taybetiyan e û jineke ku bi van çîrokên têkoşînê mezin bûye. Heval Sorxwîn ji gundê Girikê ye. Ev gund di navbera sînorê Bakur û Rojhilat de dimîne. Li nêzîkî Çiyayê Agiriyê ye jî.  Gundê Girikê şahidiya tekoşîna Geliyê Zîlanê, têkoşîn û komkujiyan kiriye. Gundê Girikê tu caran dijmin qebûl nekiriye, teslîmî dijmin nebûye û neketiye di  bin bandora dijminî de. Heval Sorxwîn jî bi çîrokên van berxwedan û komkujiyan re zarokatiyek derbas kiriye.

XWEDÎ MALBATEKE WELATPARÊZ BÛ

Malbata Heval Sorxwînê weke malbateke girêdayî ax û çanda xwe tê zanîn. Malbateke wisa ye ku tevî hemû êrîşên dijmin jî welatparêziya xwe parastiye û mezin kiriye û  tim lêgerîna heqîqetê ya li dijî dijminî domandiye. Gund û malbateke wisa ye ku tim gerîla parastiye, deriyê mala xwe ji gerîlayan re vekiriye  û ji birînên gerîlayan re bûye derman. Heval Sorxwînê rasterast şahidiya van yekan kiriye. Di zarokatiya xwe diçû cihên ku gerîla nedikarî xwe bigihîne, agahî kom dikir û alikariya milîs û gel dikir. Em gelekî derbarê van yekan de peyivin. Di temenekî biçûk de wezîfeyên ku gerîlayan dida wê weke berpirsyarî didît û ew bi cih dianîn.

BO COŞ Û MORALA XWE CIVAKÎ KIR

Di nava malbatê de jî xwedî taybetmendiyên cihê bû. Kesayeteke serhildêr bû û tim lêgerîna heqîqetê domand. Zû bi zû qebûl nedikir û qanih nedibû. Dema ku di mijarekê de qanih nedibû kesayetiya wê ya berxwedêr derdiket pêş. Taybetmendiyên kesayetiya wê bandor li malbata wê jî dikir. Bi moral û coşa xwe berbiçav bû û cihê ku lê civakîbûn esas bû. Bi van taybetmendiyên xwe, di nava malbata xwe de gelekî qîmet didît.  Malbata wê girîngî dida fikrên wê û ew qebûl dikirin û pir jê hez dikir. Dikarî bi her kesî re bi awayekî  hêsan têkiliyê deyne. Li hemberî tu tiştan stûyê xwe xwar nedikir. Bi kesayetiya xwe ya ku dixwend û lêkolîn dikir, berbiçav bû.

DI 2006’AN DE TEVLÎ NAVA REFÊN PKK’Ê BÛ

Nûcan Rojhilatê bal kişand ser tevlîbûna Şehîd Sorxwîn Rojhilatê ku di sala 2006’an de li gel dardekirina Şîrîn Elemhulîyê ku ji aliyê Îranê ve ev yek hate kirin û wiha axaftina berdewam kir:  ‘’Bi rehîngirtina Rêber Apo re li Rojhilatê Kurdistanê rewş guherî. Beriya wê jî tevlîbûn çêdibûn lê belê 15’ê Sibatê bû destpêka serdemeke nû. Gelî serî rakir û daketin qadan. Vê yekê bandoreke mezin li Sorxwînê kir. Heval Sorxwînê hê di zarokatiya xwe de ji tekoşîna Tevgera Azadiya Kurd re şahidî kiriye û di sala 2006'an de li gel çar hevalên xwe  yên bi navê Şehîd Şîrîn Elemhulî, Şehîd Rojda Mako û Şehîd Rûken Edessa û hevaleke jin ku hê jî di nava tekoşînê de cih digire, tevlî nava refên PKK’ê bû.

DI SALA 2009’AN DE XWE GIHAND ÇIYAYÊN BOTANÊ

Ji Qendîlê heya Botanê hevrêyeka ku kesayeta milîtanî ya ku Rêber Apo dixwest biafirîne, di jiyana xwe de ava kir. Lêgerînên weke miroveke azad, jineke azad kî ye, miroveke azad çawa dijî di nava armancên wê de bûn. Dema ku min bihîst Sorxwîn tevlî nava refên PKK’ê bûye, ez gelekî kelecan bûbûm û vê yekê moral dabû min. Dîtina wê xeyala min bû. Min bihîst ku di sala 2009’an de derbasî Botanê bûye. Ez jî li Botanê bûm. Dema ku hat Botanê wê demê pêvajoyeke dijwar hebû.  Êrîşên dijminî di astên herî bilind de bûn. Di serdemeke wiha de weke gerîlayeka YJA Starê berê xwe da Botanê.

LI ÇIYAYÎ CÛDÎYÊ FERMANDARÎ KIR

Ji bo Cûdîyî vesazkirinên wê çêbûbûn lê belê  ji ber şert û mercan mecbûr ma  ku li Bestayê bimîne. Piştî demeke kurt derbasî Cûdîyê bû. Weke fermandarekê li Botanê bû jineke pêşeng. Di pêşxistin û xurtkirina têkiliyên hevaltiyê de û di taktîkên şer de gerîlayeke xwedî tecrûbe bû. Têkiliyên wê yên bi gel re gelekî xurt bûn. Gelê Cûdîyê gelekî ji wê hez dikir. Bi şêwaz û rêbaza xwe ya birêxistinkirinê bandoreke mezin li gel dikir. Di dijwartirîn serdeman de, beşdarî çalakiyên herî xeternak bû. Di çalakiyan de heya ku encam nedigirt, venedigeriya.

Di sala 2011’an de li Çiyayê Cudî  windahî çêbûn û serdemeke dijwar bû, şahidiya vê serdemê jî kir. Rêveberên kampê şehîd bûbûn, kamp deşîfre bûbûn, lê belê ev yek nebû sedem ku coş û morala wê kêm bibe.  Tevî van yekan moral û hêz da hevrêyên xwe û pêşengtî kir.  Li dû pêkanîna xeyalên hevrêyên xwe yên şehîd bû. Fermandareke şerî bû. Di pêşxistina taktîkên şer ên nû, parastina rêhevalên xwe û lêgerîna rê û rêbazan de xwedî kesayeteke afirîner bû. Li hemberî dijmin tevî şert û mercên dijwar jî hêz û moral dida hevrêyên xwe.

DI TEKOŞÎNA RÊVEBERIYA XWESER DE PÊŞENG BÛ

Sorxwînê di heman demê de ji pêvajoya rêveberiya xweser re a ku li Bakurê Kurdistanê hatibû destpêkirin, jî şahidî kir. Serdemeke tije tekoşîn bû û li çiyayên azad ên Botanê yek ji pêşengên vê têkoşînê bû. Vê serdemê hewcedariya rêxistinê bi milîtanên ku pêşengtiya tekoşîna wê serdemê bike hebû. Sorxwîn fermandareka wisa bû ku giraniya wê serdemê hîs dikir û jiya. Tim dixwest bbîranînên hevrêyên xwe yên şehîd zindî bihêle û ala tekoşînê dewr girt û tekoşîna serdemê hîs bi kûrahî hîs dikir. Bêyî dudilî tevlî nava refên PKK’ê bû jiya û da jiyîn.

JI BOTANÊ BER BI KOBANÊ VE RÊWÎTIYEKE DÎROKÎ

Nûcan Rojhilatê wiha qala rêwîtiya tekoşîna Sorxwînê ya ji Botanê heya Kobanê kir: ‘’Şerê Kobanê di sala 2014’an de destpê kir. Heval Sorxwîn ne di nava koma yekem ya ku derbasî Kobanê bû de bû. Di wê serdemê de Sorxwîn li baregehê bû. Gerîlayek bû ku bû şahidê coş û morala komên Kobanê û derbasbûna Şehîd Gelhat a ji bo Kobanê. Heval Sorxwîn û Şehîd Gelhat weke li Cûdîyê li Kobanê jî li gel hev man.  Heval Sorxwîn li gel 20 hevalên xwe ji Botanê derbasî Kobanê bûn. Ev derbasbûn di pêvajoya ku dewleta Tirk a dagirker digot;  'Kobanê ket û wê bikeve' de çêbû. Ev derbasbûna wê ya ji Kobanê re di dema ku Erdogan dixwest xeyala xwe ya Osmanî pêk bîne û desthilatdariya xwe xurt bike de pêk hat û ji pêvajoyeke dîrokî re pêşengtiyeke mezin bû. Bi vî ruhî weke gerîlayeke YJA Starê tevlî berxwedana Kobanê bû. Ji banga seferberiyê ya Rêber Apo re weke hewarîyekê bû bersiv bû Edûlêya Kobanê.

FERMANDARIYA ENIYA KANIYA KURDAN

Sorxwînê di Eniya Kaniya Kurdan ya Kobanê de cih girt û fermandariya eniyê kir. Eniya herî dijwar û eniya ku dijminî êrîş lê dikir, Eniya Kaniya Kurda bû. Li nêzîkî sînorê Tirkiyê bû û deriyekî sînor lê hebû. Ji bo dewleta Tirk eniyeke stratejîk bû ku lojîstîk û cebilxane li wir digihand DAÎŞ’ê. Ji ber vê yekê êrîş gelekî dijwar bûn. Ji eniyeke wiha re li gel Şehîd Gelhat fermandariya eniyê kir. Ji bo ku di Eniya Kurdan de şer bike, hevalên xwe birêxistin bike, hevalên xwe yên birîndar rizgar bike û ji birînên wan re bibe derman  fedakariyeke mezon nîşan da.

BI RUHÊ BÊRÎTAN Û ZÎLANÊ ŞER KIR 

Li Kaniya Kurdan bi taybetî jî weke jinekê nîşan da ku hewce ye ruhê Apoyî çawa bê jiyîn û sekneke jinan ya fedaî nîşan da û ji hevalên xwe re bû mînak. Sorxwîn fermandareke fedaî bû ku di nava şerê dijwar de jî hevalên xwe perwerde dikir, ew hîs dikirin û diparastin û di cih de ji êrîşên dijmin re dibû bersiv. Di nava koordîneya şer de cih girt û şahidiya şehadeta bi sedan rêhavalên xwe yên weke Şehîd Gelhat û Arîn Mîrkanan kir. Bi ruhê Bêrîtan û Zîlanê şer kir û şer bi rê ve bir. Bi vî ruhî li Kobanê DAÎŞ tê bir.

Şoreşa Rojava û Berxwedana Kobanê ku di pêşengtiya YPJ’ê de pêş ket, bû sedem ku jin rizgar bibin û tekoşîna jinan mezintir bibe û bi vî awayî dubare  derbeyeke mezin li ferzkirina koleyan a sedsalî hate xistin. Di tekoşîneke wiha de bi giranî birîndar bû û laşê wê gelekî zirar dît. Çavekî xwe winda kir, lê ev yek tu caran neanî ziman. Ji birîndariyeke wisa rizgarbûn mûcîzeyek bû. Li dijî mirinê li ber xwe da. Ji jiyanê hez dikir. Di demeke kurt de rabû li ser piyanû, têkoşîna xwe domand û rola xwe ya fermandariyê bi cih anî. Gel birêxistin kir û perwerde da şervanên YPJ’ê. Wezîfeyên giran bi cih anîn. Ji her kesî hez dikir û weke xwe didît. Bi taybetî jî li hemberî hevalên xwe yên birîndar gelekî hesas bû. Li ku derê xazî û brîndarek hebûya, Hevala Sorxwîn  li cem wan bû. Ji bo ku hevalên birîndar û xazî  di nava şert û mercên baş de bijîn tim xwe seferber dibû. 

GELEKÎ LI SER AZADIYA RÊBER APO DIXEBITÎ

Tu caran tecrîda li ser Rêbertî qebûl nedikir. Dizanî ku  armanca wê çi ye. Li ser vê yekê dixebitî. Gelekî li ser azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dixebitî di vê çarçoveyê de kiryarên xwe pêk dianîn.  Rojeva wê ya dawî jî pêşwazîkirina 15’ê Sibata 2024’an bû. Ji ber vê yekê ji bo xaziyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê  ji bo sala 2024'an projeyên stratejîk saz kirin. Bi taybetî jî gelekî li ser  mijarên weke ji pêngava ‘Ji Abdullah Ocalan re Azadî û  ji pirsgirêka Kurd re çareserî’ wê  beşdarbûn çawa pêk werin, xazî dikarin çi bikin û û çawa layiqî pênaseya Rêber Apo ya ‘Xazî Şehîdên Zindî ne’ bin, xebitî û  fikrên xwe anîn ziman.

JI NÊZ VE BI MALBATÊN ŞEHÎD Û XAZIYAN RE ELEQEDAR BÛ

Nûcanê got ku Sorxwîn beriya şehadeta xwe di diyalogên xwe yên dawî de digot; ‘Hewce ye em li Rêbertî, civak, gel û ciwanan xwedî derkevin û  azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk bînin.’  Nûcanê wiha axaftina berdewam kir: ‘’Nêzîkbûna wê ya ji dayik, hevjîn û  zarokên şehîdan re  pir cuda bû, pir taybet bû. Tim digot ku hewce ye em li zarokên şehîdan xwedî derkevin û perwerdekirina hemû zarokekên şehîdan weke  erk û berpirsiyariya xwe sereke bibînin. Di seredanên ji bo malbatên şehîdan de pirsgirêkên wan yekser çareser dikir. Çawa ku li malbatên şehîdan xwedîderdiket bi heman awayî xwedî li birîndar û xaziyan jî derdiket. Şehîd Sorxwîn di fikir, şêwaza jiyanê, perwerde û rêxistinbûnê de fedaî bû. Dema ku mirovan guhdariya Sorxwînê dikir, her wekî ku mirov guhdariya dîrokê bike bû. Digot hewce ye ku em bibin hêza ku gel diparêze. Her tim bicihanîna erkên şoreşgerî yên dîrokî dianî ziman. Digot divê em dîroka nenivîsandî bijîn û dîrokê binivîsin. Tim pirtûk û nameyên hevalên şehîd dixwend. Digot; 'Ez dixwazim kesayeta xwe bi kesayeta hevalên şehîd re ava bikim'. Dema xwe bi hevalên xwe yên şehîd re derbas dikir. Tim  parêznameyên Rêber Apo dixwend û ya ku dixwend di jiyana xwe de jî pêk dianî.’’

TECRÛBEYÊN XWE YÊN LI ROJAVA VEGUHAST ROJHILATÊ

Nûcan Rojhilatê got ku Sorxwînê li çar perçeyên Kurdistanê erk û berpirsiyariyên xwe yên şoreşgerî bi cih anîn û axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: ‘’Sorxwîn li Rojhilat, Bakur û Başûrê Kurdistanê gerîlaya YJA Starê bû. Li Rojavayê Kurdistanê jî weke gerîlaya YJA Starê pêşeng bû. Ji nêz ve bi jinan re têkildar bû. Bi taybetî jî xwe digihand jinên faris û berê wan dida têkoşînê. Pêşengeke wisa bû ku projeya biratiya gelan a li Bakur û Rojhilatê Sûriyê da zanîn, gel teşwîqî  serhildana 'Jin Jiyan Azadî' ya li Rojhilatê Kurdistanê dikir û tecrûbeyên xwe yên Rojava ji jinên Rojhilatê Kurdistanê re veguhast. Şehîd Sorxwîn ne şoreşgera parçeyekê bû,  ew şoreşgereke wisa bû ku erk û berpirsiyariyên xwe ya li hemberî mirovahiyê bi kûrahî hîs dikir. Ew dîrokek bû û dîrokek bi tîpên zêrîn nivîsand.’’