RJAK, TAJÊ û MJÎ 8’ê Adarê pîroz kirin-NÛ BÛ

Endamên Rêxistina Jinên Azad a Kurdistan (RJAK), Tevgera Azadiyê ya Jinên Êzidî (TAJÊ) û Meclîsa Jinên Îştar (MJÎ) bi daxuyaniyekê ya li pêşberî nûnertiya HDP’ê ya Hewlêrê 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê pîroz kir.

Ji bo 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê endamên Rêxistina Jinên Azad a Kurdistan (RJAK), Tevgera Azadiyê ya Jinên Êzidî (TAJÊ) û Meclîsa Jinên Îştar (MJÎ)ên li pêşiya avahiya Nûnertiya HDP’ê ya li Hewlêr a Başûrê Kurdistanê kom bûn, daxuyaniyek dan û 8’ê Adarê li hemû jinên têkoşer pîroz kirin.

Di daxuyaniya li vir li ser navê jinan hate dayîn ku ev roj ji bo jinên cîhanê rojeke taybet û xwedî girîngiye. Ev roj kir ku ne tenê rojek bibe ya jinê, belkû pêwîste hemû roj bibe yên jinên azad.

Jinan anî ziman ku jî dîrokê bigire heta niha koletî li ser jinê hatiye sepandin. Di daxuyaniyê de berxwedana çalakvanên grevên birçîbûnê jî hate silavkirin û bal kişadin ku divê davilê tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dawî bibe.

Jinan anî ziman ku ew li gel Leyla Guven, Fedîle Tok, Nasir Yagiz û hemû berxwedêrên di grevan de ne.