RJAK: Ji sîstema li dijî jinê û yek partî re na

RJAK a têkildarî helwesta xwe ya li hemberî referandûma ku tê plankirin li Başûrê Kurdistanê bê lidarxistin daxuyaniyek çapemeniyê pêk anî got: “Ji sîstema yem malbatî, yek partî û li dijî jinê re na.”

Rêxistina Jinên Azad a Kurdistanê (RJAK) bi daxuyaniya çapemeniyê ya li Kerkûkê lidar xistin, diyar kirin ku wê ji bo referandûma ku tê plankirin wê li başûrê Kurdistanê lidar bixin re bêjin: “Ji sîstema yem malbatî, yek partî û li dijî jinê re na.” Metna daxuyaniya çapemeniyê ya ku li Parka Kale ya Kerkûkê hate pêk anîn ji aliyê endama RJAK’ê Sema Mihemed ve hate xwendin. Mihemed got: “Ji dewleta yek malbatî re na, ji sîstema yek partî re na, ji qirkirina jinê re na, ji kirina bazarê ya Kerkûk, Xaneqîn û Şengalê re na.”

Mihemed destnîşan kir ku li Başûrê Kurdistanê jin xwedî têkoşîneke mezin a dîrokîne û wiha pêde çû: “Iraq û Başûrê Kurdistanê jin xwedî têkoşîneke dîrokî ya dûr û dirêj e. Çawa di her berxwedanê de cih girtin, bûne hedefa Enfal û êrîşên kîmyewî. Herî dawî jî di êrîşên DAIŞ’ê yên li ser Şengal û Mexmûrê de jî bûne hedef.”

Mihemed a ku got: “Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya ku ji roja ava bûyî heta niha xetekî serbexwe ne şopandiye û her demê bûye parçeyek ji dagirkerên Kurdistanê” û wiha nirxand: “Ji bo welatek azad bi hezaran jin û mêran canê xwe feda kirin. Bi hezaran Kurd hatin qetilkirin. Dema em li dû xwe dinêrin hêzeke çav li hejarî, qirkirina jinan û ciwanan pişt çav dike, em dibînin ku vê hikûmetê ti tişt nekiriye. Li Başûrê Kurdistanê her sal bi sedan jin tên qetilkirin. Di vê mijarê de rêxistinên mafê mirovan bi dehan car Hikûmeta Herêmê şiyar kir.”

Di dewama axaftina xwe de Mihemed diyar kir ku bi referandûmê dixwazin vîna civakê teslîm bigirin û wiha anî ziman: “Li aliyê din li herêma Başûrê Kurdistanê hê deriyê parlementoyê girtiye. Erka Serokatiya Herêmê bi dawî bûye û ti meşrûtyeta wê nemaye. Gel jî bi hejariyê re aliqiye. Ev 25 sal in malbatek welat birêve dibe. Her aliyê welat ji dijmina re kiriye war. Êdî PKD hem ji derve û hem jî ji hundir ve teng bûye, her kêliyê qala îlana dewletê dike. Ev ji bo berjewendiyê partî û malbata xwe ye, hewl daneke ji bo teslîmgirtina vîna gel e.”

Mihemet da xuyakirin ku PKD dixwaze bi referandûmê rêveberiya yek partî û malbata xwe meşrû bike û got: “Şaxê Rêxistina Jinên Azad a Kurdistanê a li Hewlêrê ku navenda wê li Kerkûkê ye û hemû xebatên jinan ên li Kerkûk, hemû Iraq û Başûrê Kurdistanê birêve dibe, ev 3 sal û 3 meh in hatiye girtin. Sedemê girtina vê em jin xebatên xwe pêk naînin û polîtîkayên desthilatê yên li hember jinan tehşîr nekin e. Mixabin em ne yekane rêxistina ku ji aliyê PDK’ê ve hatine girtin in. Em baş dizanin ku PDK bi vê referandûmê dixwaze di serî de meşrûkirina pêkanînên xwe yên li ser jinan û hemû beşên civakê û rêveberiya yek partiyê ye.”

Sema Mihemed di dawiya daxuyaniyê de semdemên ku çima dibêjin ‘Na’ wiha rêz kir: “Sîstema dewletê sîstemeke li ser kolakirina jinê hatiye avakirin. Em ji netew-dewleta ku dixwazin li Başûrê Kurdistanê li ser hişmendiya yek malbat, yek partî û serweriya mêr re bidin avakirin re dibêjin na. Ji dewleta malbatê re dibêjin na, ji sîstema yek partiyê re na, ji qirkirina jinê re na, ji bazarkirina Kerkûk, Xaneqîn û Şengalê re na. Ji xwerêveberî, di çarçoveya netewa demokratîk a gelan de jiyîn, azadiya jinê, sîstemeke demokratîk û siberojeke azad re dibêjin erê.”