RJAK'ê piştgirî da Guven: Cesareta we hêz û moralê dide me

RJAK'ê peyameke piştgiriyê da Leyla Guven û diyar kir, "Wêrekiya we hêz û moralê dide me, jinên Başûrê Kurdistanê. Tu bû dengê dilsoziya azadiyê ya jinan."

Rêxistina Jinên Azad a Kurdistanê (RJAK) ji bo Hevseroka KCD'ê û Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven peyameke piştgiriyê weşand, ku Guven 128 roj in li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Ocalan di greva birçîbûnê de ye. Di peyamê de hate ragihandin, berxwedêr li dijî hêzên şer nîşaneya îrade, bawerî, hezkirin û serketinê ne.

Di destpêka peyamê de hate gotin, " Ji warê Leyla Qasiman û Leyla Waliyan silav li diyarê Leyla Guvenan. Di şexsê we de hem berxwedêrên greva birçîbûnê yên li zindanan, li welêt û derveyî welêt li ber xwe didin ji dil silav dikin."

Di peyama RJAK'ê de hate ragihandin, Guven bûye rastiya raperîner, ziman û dengê jinên mafên wê hatine tepisandin û hate gotin, "Wêrekiya we ya mîna okyanûsan bê dawî, hêz û moralê dide me jinên Başûrê Kurdistanê. Leheng ew kes in ku ruhê serdemê baş dibînin û dîrokê dinivîsînin. Tenê ew bûne zimanê hezkirinê, hêviyê û hesreta winda.

Ji ber vê yekê, mafê lehengan e ku bibin ziman, deng, qîrîn, çalakî û serketina civakê. Tu îro bûye rastiya raperîner, ziman, dengê jinên nav, nasname, ked û wateya xwe hatiye tinekirin."

Di dewama peyamê de hate ragihandin, hêza vîna Guven tirsê dixe dilê zaliman, kelecanê dide mezlûman û hate gotin, "Tu bûye senteza lehengên li ser vê axê hemûyan û bi vî rengî li dil û mejiyan neqişiya."

RJAK'ê destnîşan kir, deng û çavên bi coş ên Guven wê wijdanên kor bûne teqez bilivîne û diyar kir, "Em, jinên RJAK'î sekna te ya xwedî îrade ku nîşaneya dilsoziya azadiyê ye, dişopînin. Wêneyê ku te xêz kir, strana te got, dengê me hemûyan e. Tu bûye nav, deng û çalakiya azadiyê ya jinan hemûyan. Tu yê weke jineke evîndar û pîroz di têkoşîn û dilê me de her hebî. Em sozê didin ku bi rengê Leyla bijîn, têbikoşin û bi ser bikevin."