RJAK’ê ji bo jinên Kerkûkê dewreyeke fêrbûna dirûnkariyê vekir

Rêxistina Jinên Azadîxwaz a Kurdistanê (RJAK) ji bo alîkarîdayîna jinên Kerkûkê dewreyeke fêrbûna dirûnkariyê vekir.

Îro êvarê saet 16:30 li bajarê Kerkûkê dewreyek ya fêrbûna dirûnkariyê ji bo jinên bajêr hate vekirin. Dewre ji aliyê RJAK’ê hatiye organîzekirin ji bo kêrhatiyên jinan xurt bibe û pişta xwe bi xwe ve girêbidin.

Derbarê vekirina wê dewreyê, Mamosteya Dewrê Sazan Ferhad ji ANF’ê re ragihand: “Em RJAK armanca me ya ji vekirina wê dewreyê ew e ku girîngiyê bidîn hêz û kêrhatiyên jinên bajarê Kerkûkê. Mijarên ku di wê dewrê de fêrî jinan dikîn, birîna qûmaşê ya cil û bergan û şêwazê dirûnkariyê ye. Her wiha pêşkêşkirina semînarên derbarê dîroka jinan û kêrhatiyên jinan ya di mijarên cur bi cûr de ye.”

Sazan Ferhad her wiha dazanîn: “Cihê kêyfxweşiyê ye ku di wê pêvajoya niha de bi berçavgirtina şêwazên xweparastina li hemberî şewba koronayê 25 jinên ku dixwazin fêr bibin tevlî dewreyê bûne.”

Derbarê dema dewreyê de Sazan Ferhad wiha axivî: “Ji bo ku hemû jinên beşdar bikaribin fêrî karê dirûtinê bibin, wê ev dewre ji mehekê heta 40 çilan bidome.”