Reyhan Abdî ya ji Rojava di 26’ê Tebaxê de bi îdiaya “endamtiya rêxistina terorê” hatibû destgîrkirin û piştî 3 rojan bi pitika xwe ya 2 mehî re li Midûriyeta Emniyetê ya Stenbolê hat girtin.
Parêzerê Abdî Ferhat Bogatekîn ji ANF’ê re axivî û diyar kir ku Reyhan Abdî ya ji Rojava nêzî 5 sal in li Tirkiyeyê dijî û got:
“Reyhan Abdî nêzî 5 sal in li Tirkiyeyê dijî. Li dijî wê bi îdiaya tevlêbûna wê ya di nava YPG’ê de doz hat vekirin. Li ser vê yekê bi operasyona danê sibê li mala xwe hat destgîrkirin. Piştî ku 3 rojan bi pitika xwe re li Emniyeta Vatanê ya Stenbolê hat destgîrkirin hat girtin.”
JI BER TIRSÊ ŞÎRÊ WÊ ZUWA BÛ
Bogatekîn da zanîn ku miwekîla wî ji ber şokê şîrê wê zuwa bûye û wiha axaftina xwe domand: “Li gorî rapora wê ji ber tirs û şoka ku pê re rû bi rû maye şîrê wê zuwa bûye û ev 3 roj in ku nikare bi rêkûpêkî şîr bide pitika xwe. Her wiha bi Tirkî nizane, tenê bi Kurdî dipeyive, lewma jî pêwendiyeke wê ya saxlem nîne. Hevjîna wê jî li navendeke paşve şandinê tê ragirtin. Ji ber vê yekê fikarên wê li ser zarokên xwe yên li derve mane jî heye. Ji ber ku li derve kes tune, ango kesek nebû ku piştgiriya wê bike, fikarên wê zêdetir bû.”
EM Ê LI DIJÎ BIRYARÊ DERKEVIN
Parêzer Ferhat Bogatekîn jî diyar kir ku Abdî tenê bi wêneyekî hatiye sûcdarkirin û ew ê li dijî biryarê îtiraz bikin û wiha got: “Me ji Dadgeha Cezayê Sulhê re diyar kir ku ji bo endamtiya rêxistinê ti çalakiyeke wê nebûye. Sûcdarkirinek tenê li ser wêneyek an tiştekê nayê pêşxistin. Hûn nikarin kesekî ku ne di hiyerarşiya rêxistinê de cih girtiye, ne çalakiyên berdewam û ne jî têkiliyek wê tune be sûcdar bikin. Jixwe ev pênc sal in li Tirkiyeyê niştecihekî fermî ye. Helbet em ê îtîrazê jî li biryarê bikin.”