Rêxistinên mafên mirovan: Bila girtiyên jin ên li Îranê bên berdan

Bi mebesta berdana girtiyên siyasî yên jin ên li girtîgehên Îranê 20 rêxistinên mafên mirovan ên Îranê û yên navnetewî nameyekî eşkere ji rejîma Îranê re nivîsandin.

20 rêxistinên navneteweyî û Îranî yên mafên mirovan bi nameyek eşkere ji rejîma Îranê xwestin ku bila girtiyên siyasî yên jin bên berdan.

20 rêxistinên navneteweyî û Îranê yên parastina mafên mirovan, bi nameyeke eşkere daxwaz ji berpirsên Îranê kirin ku ji ber vîrusa Koronayê demildest girtiyên siyasî yên jin berde.

Îmzeya rêxistinên weke Saziya Ebdulrehman Birumend, Navenda Parastina Mafê Mirovan, Navenda Mafên Mirovan a li Îranê û Federesyona Naventeweyî ya Komeleya Mafên Mirovan li ser nameyê ye.

Di nameyê de îşaret bi rapora meha Sibatê ya Rêxistina Neteweyên Yekbûyî ya derbarê qirêjbûna girtîgehên Îranê û hejmara zêde a girtiyan ya li qavîşên girtîgehê tê kirin ku dibe sedema belavbûna leza vîrusê.

Di nameyê de qala rewşa xirab a tendirustiya girtiyên jin tê kirin ku tê gotin li her odeyê de 18 girtiyên jin tên ragirtin û neçar in hemû karên weke xwarin, razan û rûniştinê di vê odeyê de bikin.

Berpirsên Îranê ragihandine ku ji bo 10 hezar girtiyan efû derxistine, yan jî bi destûrê çûne mal; lê daneyên ku di nameyê de hatiye nivîsandin ev yek piştrast nekirine. Her wiha vê yasa û efûyê jî bi sedan girtiyên siyasî negirtine nava xwe û ev jî bûye sedema fikaran. Ji ber ku li gorî daneyên tên parvekirin li girtîgehan vîrus belav bûye û heta niha 10 girtiyan ji ber vîrusê jiyana xwe ji dest dane.

Di nameyê de bang li rêxistinên navneteweyî, rojnamegeran, rêxistinên Neteweyên Yekbûyî tê kirin ku zextên li ser Îranê zêde bikin da ku bi lez girtiyên siyasî berde.

Di nameyê de navê çend girtiyên siyasî yên jin yên ku çalakê mafên mirovan, parêzer, nivîskar û jîngehparêz in hatiye eşkere kirin, yên navê wan hatiye jî ji Îranê ne û her wiha xwedî nasnameya du welatanin.

Zeyneb Celaliyan, Nesrîn Stûde, Nergês Mihemedî, Nîlufer Beyanî, Sipîdê Kaşanî, Atêna Daimî, Ferîba Adilxah, Gulrox Îrayî di nava wan 50 jinên siyasî yên navê wan hatine belavkirin de ne.

Navê jinên girtî yên li Girtîgeha Êwîn

Nesrîn Stûde, Ferîde Adilxah, Keylî Mor Gîlbêrt, Mujgan Kêşawerz, Seba Kurd Efşarî, Rahêlê Ehmedî, Yasemen Aryenî, Munîrê Erebşahî, Atêna Daimî, Nîlufer Beyanî, Sipîdê Kaşanî, Meryem Ekberî Monferêd, Samanê Newroz Muradî, Nêgîn Qedemiyan, Zehra Zehtabçî,  Rêzwan Xanê Bêygî, Êlham Bermekî, Meryem Hac Huseynî, Meryem Êbrahîm Wend.

Jinên girtî yên li girtîgehên din

Gulrox Îrayî Îbrahîmî, Leyla Mîr Xefarî, Reha Ehmedî, Zuhrê Sêru, Fatêmê Xîşwend, Nergês Mihemedî,  Zêyneb Celaliyan, Fatêmê Sêpêhrî, Fatêmê Dadwend, Mujgan Siyamî, Fatêmê Esma Îsmaîl Zade, Enîs Seadat, Jaka Îsmaîl Pur, Şêyda Necefiyan, Semîra Hadiyan, Hacer Erdestî, Hekîmê Ehmedî, Fatêmê Kuhen Zadê, Zerî Tewekulî, Gîta Hur, Meryem Muxtarî, Saxêr Mihemedî, Mujgan Êskenderî, Nahîd Bêhşîd, Sîmîn Mihemedî, Êhtêram Şêxî, Şêyda Abêdî, Mesûmê Qasim Zadê, Yelda Fîruziyan, Ferîdê Cabêrî û Mesûmê Eskerî.