Rêxistinên jinan ên Ewropayê: Deng bidin HDP’ê
50 saziyên jinan ên li Ewropayê xebatan dimeşînin daxuyaniyek dan û piştgiriya xwe ya ji bo HDP’ê aşkera kirin.
50 saziyên jinan ên li Ewropayê xebatan dimeşînin daxuyaniyek dan û piştgiriya xwe ya ji bo HDP’ê aşkera kirin.
50 saziyên jinan ên li Ewropayê xebatan dimeşînin daxuyaniyek dan û piştgiriya xwe ya ji bo HDP’ê aşkera kirin.
50 saziyên jinan ên li Ewropayê xebatan dimeşînin bi sernava ‘Deng ji bo partiya azadîxwaz e! Deng ji bo HDP’ê ne’ daxuyaniyek dan. Jinan diyar kir ku parlamentoya Tirkiyeyê ya ku di tevahiya dîrokê de bûye herêma desthilatdar a îdeolojiyên serdest a mêr, ji bo hilbijartinên nû xwe amade dike.
Hat destnîşankirin ku ew wek jinên kedkar, rewşenbîr û karker ku ji ber birçîbûn, xizanî, şîdet, zext û bênasnamebûnê sirgûnî xaka Ewropayê bûne, polîtîkaya hilbijartinê bi baldarî temaşe dikin.
Rêxistinên jinan di daxuyaniya xwe de wiha gotin: “Em jin; li dijî polîtîkayên koledar, yekparêz, tinekirin, zext û paşverûtiyê ne. Em pergaleke serokatiyê û rêveberiyek faşîst, şoven û paşverû ya baviksalarî naxwazin!
Em jin; Naxwazin ku qadên perwerdeyê, veguherin cihên nifşên nû bi polîtîkayên zayendperest û serdetiya mêr tên gihandin!
Em jin; Polîtîkayên dibêjin ‘bila jinên ducanî dernekevin kolanan’ , ‘kenê jinan bê îfetî ye’, ‘kar xwestina jinan bêkariyê zêde dike’ û ya herî girîng jî lênerîna zarokan wek karê sereke yê jinan dîtin, xizmetkirina malê, red dikin.
Em jin; Pergaleke ku mudaxaleyî bedena jinê dike, li dijî jiyana jinê zextan dike, li dijî rêbazên exlaq û qedexeyên serdestiya mêr, şert û mercên ku ji sedî 1400 şîdeta li ser jinê zêde kiriye, naxwazin!
Em jin; Pergala jinê wek hêza kar a erzan dibîne, keda wê tine dike, êrîşî mafên wan ên sendîkayîbûnê, siyasetê û gotinê dike, naxwazin!
Em jin; JIYANEK WEKHEV, AZAD, ADÎLANE Û BI RÛMET DIXWAZIN!...
Navnîşana Jiyana Nû; HDP ye!
HDP: Ji bo rizgarkirina ked û bindestan; yekane partiya ku yekîtiya hêzên ji bo aştî,azadî û edaletê têdikoşe.
HDP: Yekane partiya ku ji bo jinan li her qadê (li malê, kolanê, qadên cemawerî, polîtîk, rêxistin û xebatê de) wekheviya pozîtîf pêk tîne û afirandina jiyaneke azad a hi bo jinan xwe wezîfedar dîtiye.
HDP: Ji navendîbûnê heta rêxistinên herêmî di her rêxistinbûnê de bi pergala temsîliyeta hevserokatî û wekhev re, temsîliyeta wekhev ferz kiriye û yekane partiya vê pêk tîne ye.
HDP: Yekane partiya li dijî polîtîka û pêkanînên pergala serdest a mêr, li dijî şîdeta li ser jinê têdikoşe û ji bo kuştinên jinan bi dawî bin, ji bo ewlehiya canê jinê têdikoşe, û rêgeza ‘divê şîdeta li ser jinê bê nasîn û lêpirsîn lê bê vekirinê’ diparêze.
HDP: Yekane partiya xwedî li daxwaza jinên kedkar a heqdestê wekhev, derdikeve, ji bo wekheviya û astengiyên li pêşiya jiyana xebata jinan rabe, di nav têkoşînê de ye.
HDP: Yekane partiya ku ji bo keda jinê ya malê bê dîtin, ji bo kedkarên malê mafên xwe yên civakî qezenc bikin, di nava têkoşînê de ye.
HDP: Yekane partiya xizmetên cemawerî, hewcedariyên jinan dide pêş û bi rêgeha wekheviya pozîtîf a jinan xizmetê dide.
HDP: Yekane partiya hewl dide jin rasterast mudaxale bike û xwe ji kontrola meclîsên jinan re vekirî dihêle.
HDP: Yekane partiya sînor û rêbazên zayendperest red dike, ji bo jin bi nasnameyek azad û wekhev di civakê de cih bigire, têdikoşe.
HDP: Yekane partiya polîtîkaya sereke ya ‘her civak bi azadî azadiya jinê azad e’ ji xwe re kiriye şîar e.
HDP: Yekane partiya ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd têdikoşe û hiqûqa welatiyên azad û wekhev diparêze!
HDP: Yekane partiya dixwaze dersên olî yên ferzkirî bên kirin, zextên li ser Elewî, Xiristiyan, Musewî, Êzidiyan rabe û mafên welatîbûn azad û wekhev bê dayîne.
HDP; Yekane partiya jiyanek ku homofobî û transfobî tine, kuştinên ji ber zayendê tine diparêze.
HDP: Banga JIYANEKE NÛ ya xwedî biryar, raye û gotinên ji bo pêşerojê ye.
Em bang li hemû jinên ku koletiyê red dikin, dikin li dora xeta ‘Jiyana nû’ bibin xelek û sindoqan wek kursiyên xwe yên wekhev û azad bi kar bînin!
SAZIYÊN ÎMZE KIRIN
TJK-E (Tevgera Jinen Kurd- Ewropa), Yekîtiya Jinên Sosyalîst (SKB), Yekîtiya Jinên Elewî ya Ewropayê, Jina Nû, Meclîsa Jinan a Êzidî ya Berîvan, Komîsyona Jinan a Mala Jiyanê, Sekretera Giştî ya federasyona Yekîtiya Elewiyên Belçîkayê Fatma Bînîcî, Pêkhateyên Jinan a Federasyona Elewiyên Demokratîk, Buroya Aştiyê a Jinan ya Cenî, Nûneriya Tevgera Jinan a Kurd a Navneteweyî, Meclîsa Jinan a Liege Ronahî, Meclîsa Jinan a Anvers Slava, Meclîsa Jinan a Berîtan a Zurîhê, Meclîsa Jinan a Luzern Arîn Mîrkan, Meclîsa Jinan a St.Gallen Asrin Denîz, Komuna Jinan a Winterthur Arjîn Garzan, Meclîsa Jinan a Basel a Ronahî, Komuna Jinan a Weil am Rhein Arîn Mîrxan, Meclîsa Jinan a Solothurn a Pinar, Komuna Jinan a Arau a Rojbîn, Meclîsa Jinan a Bern a Mizgîn, Komuna Jinan a Biel a Arîn Mîrxan, Meclîsa Jinan a Den Haag a Ronahî, Meclîsa Jinan a Amsterdam a Rojbîn, Meclîsa Jinan a Arnhem Fatoş Saglamgoz, Komeleya Jinan a Kurd a Danîmarkayê, Meclîsa Jinan a Amara ya Stockholm, Meclîsa Jinan a Roj a Londonê, Meclîsa Jinan a Arîn Mîrxan a Marsilya, Meclîsa Evry a Çîçek Botan, Komeleya Jinan a Zîn a Parîsê, Komeleya Jinan a Avesta ya Viyana, Însiyatîfa Jinan a Kurd ya Qibrisê, Însiyatîfa Jinên Kurd a Sydney û Melbron, Komeleya Jinên Kurd a Toronto, Meclîsa Jinan a Destan a Berlînê, Meclîsa Jinan a Rojbîn a Hamburgê, Meclîsa Jinan a Ronahî ya Hannover, Meclîsa Jinan a Arîn a Esslingen, Komuna Jinan a Arîn a Freiburg, Meclîsa Jinan a Amara ya Frankfurtê, Meclîsa Jinan a Sara ya Darmstad, Meclîsa Jinan a Berçem a Giessen, Meclîsa Jinan a Sara ya Bonn, Meclîsa Jinan a Viyan ya Kolnê, Meclîsa Jinan a Rozerîn a Dortmundê, Meclîsa Jinan a Denîz Firat a Aachen, Meclîsa Jinan a Nûrcan a Levekusen, Meclîsa Jinan a Viyan a Wuppertal, Meclîsa Jinan a Fîdan a Hagenê.