Rêxistina çapemeniyê ya jinên kurd ‘RAJIN’ hat avakirin

Rêxistina çapemeniyê ya jinên kurd ‘RAJIN’ hat avakirin

Li Qadên Parastina Medyayê ku di bin kontrola gerîlayan de ye di navbera 25-29’ê îlonê de duyemîn Konferansa Jinan a Çapemeniyê pêk hat. Konferans diyariyê her sê jinên kurd yên li Parîsê hatin qetikirin, kirin û di konferansê deYekitiya Ragihandina Jinên Kurdistan-RAJIN hat îlankirin.  Her wiha di konferansê de 7’ê cotmehê roja Rojnamegerên Jin yên Kurditanê hat îlankirin.

Konferansa bi dirûşmeya ‘Di xeta Gurbetelî Ersoz de em çapemeniya jinê pêşve bibin, jiyanek azad înşa bikin’ pêk hat ji her çar paçeyên Kurdistanê û Ewropayê 57 delege tevli bûn.

Di konferansê de li ser xebatên çapemeniyê ya jinan a azad û rêxistibûyînî nîqaş hatin meşandin û lijneya rêxistinabûna çapemeniya jinê hat îlankirin. Bi konferansê re ji bo qada çapemeniyê ya jinan a alternatîf bê afirandin tê hedefkirin kirin ku bi rêxistinbûnê zimanê zayendî û zîhniyet bê rakirin.

ROJNAMEGERÊN GIRTÎ HAT SILAVKIRIN

Endama Konseya  Serokatiya Giştî ya KCK’ê Elîf Pazarcik axivî û şehîdên çapemeniya azad bibîranî. Pazarcik hemû rojnamgerên girtî û hemû rojnamgerên têkoşînê didin slav kir û piştre li ser geşedanên siyasî nirxandin kir. Pazarcik da zanîn ku  di cîhanê de pergal li ser lingê îdeolojî, siyasî û çapemeniyê tê meşandin.

JI ZIMANÊ ZAYENDÎ JI ÇAPEMENIYÊ RABE..

Pazarcik balkişand ser girîngiya cih girtina jinê ya di qada çapemeniyê de ku ji bo li dijî kaptîlîzma modern, modernîteya demokratîk bê afirandin û got: “Ger pergal îdeolojiya xwe li ser çapemeniyê belav bike, modernîteya demokratîk jî li ser têkoşîna xwe divê van amûran baş bikarbîne.  Jinên kurd li cîhanê cudahiyek avakirin. Xebatên çapemeniyê jî parçeyek vê ye. Di cîhanê de xebateke çapemeniyê ku têkoşîna demokratîk dimeşîne derneket pêş.  Jinên ku ji dil û can dixwazin vê xebatê bimeşînin jî nayên qebûlkirin. Ji ber vê jî qadeke çapemeniyê ya jinan a rêxistinkirî pêşvebirin girînge.  Çapemeniya jinên bi rêxistinkirî îradeye.  Ji bo ku zimanê zayendî yê çapemeniya me ji holê rabe rêxistin girînge.

LI DIŞÎ ÇAPEMENIYA MÊR TÊKOŞÎN

Di konferansê de geşedanên siyasî, rewşa jinan a di çapemeniyê de û der barê pêşerojê de perspektîf hatin nîqaşkirin.  Her wiha di mijara azadî, ewlehî û tenduristiya Ocalan de jî rola çapemeniyê hat nirxandin. Her wiha  hat gotin ku pergala kapîtalîst roj bi roj zayendiya çapemeniyê, nefret û netewperstiyê ji nûve hildiberîne. Bi taybet hat gotin ku di qada çapemeniyê de hewcedarî bi zimanekî azadîxwaz û alternatîf heye.

ALTERNATÎFA XETA DEMOKRATÎK

Piştî konferansa di 29’ê îlonê de temam bû, encamnameya wê hat weşandin û encamnameyê de yek ji  rojevên sereke ev bû ku geşdanên Rojhilata Navîn.  Di encamnameyê de  hat diyar kriin ku çanda azadiyê û berxwedana ku têkoşîna azadiya me afirandiye, ji bo gelan û jinan hêvî afirandiye û wiha hate gotin: “ Manîfestoya Rêber Apo ya di Newroza Amedê de îlan kir, ev bendewarî bi hêztir kiriye û alternatîfa xebata aştîyane û demokratîk pêşkêş kiriye. Di konferansa me de geşedanên herêmî hatiye nirxandin û rewaşa jin û gelan û her wiha polîtîkayên netew-dewletê hatiye dest girtin. Hat diyar kirin ku  berxwedanên  gel  yên Rojhilata Navîn ku pêşengiya wan jin dike, ji aliyê hêzên hegomon ve tê suîstîmal kirin û  got li her derê herêmê pirsgirêkên cidî yên civakî û siyasî pêk tên.

JIN JI YEKITIYÊ RE PÊŞENGIYÊ DIKE

Di encamnameyê de hat destnîşan kirin ku şer bandorê li her qadê jiyanê dike û jiyana jinan zêdetir dike bin gefan û wiha hat gotin: “Li hemû welatên ku deshilatdarî diughere, ligel ku jin ji berxwedanan re pêşengiyê dike, di pergalên hiqûqê yên desthilatdariyên nû pêşve dibin de, asta wan paşde diçe. Di Konserana Jinan a Rojhilata Navîn de hemû jinên herêmê hatin cem  hev û ji yekitiya demokratîka Rojhilata Navîn re pêşengî kirin.

AZADIYA OCALAN

Di berdewamiya encamnameyê de wiha hat gotin: “Li dijî krîza Rojhilata Navîn ku wek şerê sêyemîn yê cîhanê tê binakirin, serokatiya me perspektîfa netew demokratîk û konfederaslîzma Rojhilata Navîn ya Demokratîk wek rêya sêyemîn afirandiye. Feraseta Kurdistana azad, Tirkiyeya demokratîk, Sûriyeya demokratîk Îran û Iraqa Demokratîk li hemû herêmê bi bandor bûye. Bûye modeleke demokratîk ya şênber. Kosferansa me diyar kiriye ku ji bo azadiya Ocalan dê têkoşîna xwe bilindtir bike.

Di encamnameyê de hat gotin ku çapemeniya kurd di înşakirina modernîteya demokratîk de roleke girîng dilîze û  û hat gotin ku divê di çapemeniyê de zimanê zayendiyê ji holê bê rakirin.

LI QADÊN GERÎLA AKADEMIYA ÇAPEMENIYÊ YA JINAN

Di encamnameyê de hat gotin ku biryarên girîng di konferansê de hatine girtin. Hat gotin ku roja 7’ê Cotmehê ku roja Gurbetelî Ersoz jiyana xwe ji dest daye de, Roja Rojnamegerên Jin yên Kurdistanê îlankirin. Biryara din ya ku hat girtin ev bû ku li qadên Parastina Medya Akademiya Çapemeniyê ya Şehîd Şîlan Aras bê avavkirin, belgefîlam der barê jiyana Sakîne Cansiz de di demek kurt de bê temamkirin, der barê çapemeniya jinê de broşur bê amadekirin, hemû zaravayên kurdî di qada çapemeniyê de zimanê sereke bê bikaranîn.

RAJIN HAT AVAKIRIN

Encamname wiha bi dawî bû: “RAJIN dê li hemû qadan rêxistina xwe bikin û dê kevneşopiya çapemeniyê ya jinan a azad bi afirîne.  Konferansa me ji bo azadiya serokatî û bîranîna şehîdan û her wiha di mijara avakirina rêxistian RAJIN de biryara têkoşîneke bi hêz daye.”