Rapora Hezîranê: 18 jin hatine qetilkirin, 20 bi guman mirine

KCDP ragihand ku di meha Hezîranê de 18 jin hatine qetilkirin, 30 jî bi awayekî bi guman mirine.

Platforma Em ê Cînayetên Jinan Rawestînin (KCDP) rapora daneyên têkildarî kuştina jinan ên meha Hezîranê belav kir.

Li gorî raporê di meha hezîranê de 18 jin hatine kuştin û 20 jin jî bi awayek guman jiyana xwe ji dest dane. 

Di raporê de hat diyarkirin ku ji van 18 jinan 10 ji wan ji aliyê hevjînên xwe ve, 2 jê ji aliyê xizmên xwe ve, 2 jê ji aliyê nasên xwe ve, yek jê ji aliyê bavê xwe ve, yek jê jî ji aliyê hevalê xwe ve yek jê jî ji aliyê hevalê xwe yê berê û yek jê jî ji aliyê zilamê ku hevberdan ve hatine kuştin.