Qeyûm di destpêkê de desteser dike, piştre radestî Sumeyye dike!

Kooperatîfa Jinê-Xevasor, ku di dema Şaredariya Payîzava ya DBP'yî de hate vekirin, ji aliyê qeyûm ve hate desteserikrin. Qeyûm piştre ev kooperatîf radestî Sumeyye Erdogan kir.

Qeyûmê AKP'yî Osman Dogramaci, ku dest daniye ser Şaredariya Payîzava ya Wanê, bi KADEM a ku keça Serokê Giştî yê AKP'ê Erdogan Sumeyye Erdogan bi rê ve dibe, xweş hevkariyê dike.

DI MEHA ADARÊ DE NAVENDA JIYANÊ YA JINÊ RADESTÎ KADEM'Ê KIRIBÛ

Qeyûm Osman Dogramaci, weke karê destpêkê karê ji bo jinan sekinand. Navendên tenduristiyê û stargehên jinan girt. Navenda Jiyanê ya Jinan, ku di dema Şaredariya DBP'yî de hatibû vekirin, qeyûm radestî Komeleya Demokrasî û Jinê (KADEM) kir, ku keça Tayyîp Erdogan Sumeyye Erdogan alîkara seroka vê komeleyê ye.

ATOLYEYA TEKSTÎLÊ YA JINÊ RADESTÎ KADEM'Ê HATE KIRIN

Qeyûm Dogramaci, Kooperatîfa Jinê-Xevasor a bi piştgiriya Şaredariya DBP'yî û desteka jinan vebû, beriya 5 salan xebatên wê sekinand û meha bihurî ev kooperatîf radestî KADEM'ê kir.

NIHA JÎ RESTORANTA PIŞTEVANIYÊ YA JINÊ RADEST KIR

Qeyûm Dogramaci ku qîma xwe bi vê nanî, niha jî restoranta jinê ya ser bi koorperatîfê ve radestî KADEM'ê kir.

Qeyûm Dogramaci bi vî awayî, temamiya Koorperatîfa Jinê radestî KADEM'ê kir ku Sumeyye Erdogan alîkara seroka wê ye.