Qanûna berdana tecawizkaran hate protestokirin

Jinan li Rihayê li kêleka Çemê Firatê qanûna înfazê protesto kirin. Li gorî vê qanûnê wê tecawizkarên jin û zarokan werin berdan.

Endamên Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Meclîsa Jinan a Bajar a Rihayê û Nûnerên Tevgera Jinên Azad (TJA) têkildarî peşnûmaya efuya îstîsmarê ku AKP dixwaze bîne meclisa rojevê, li qiraxa Çemê Firatê daxuyanî dan çapemeniyê. Jinan di çalakiyê de pankarta “Li dijî qeyûm, înfaz û îstîsmarê em hene" vekirin û daxuyanî dan.

Parlamentera HDP'ê ya Rihayê Ayşe Surucu li vir axivî û wiha got: "Emî Meclîsa Jinan a HDP'ê û Tevgera Jinên Azad (TJA) destûr nadin ku ev zagon di meclîsê re derbas bibe. Me jinên Rihayê li tenişta Çemê Firatê bertek û nerazîbûnên xwe anîn ziman. Îqtîdara AKP’ê dixwaze siyaseta demokratîk ji holê rake. Ji bo vê yekê jî ewil êrîşî destkeftiyên jinan dikin. Vê pêvajoya şewba vîrusê ji bo xwe kiriye firsend. Em jin serî li hemberî van pêkutî û tepisandinan danînin. Em ê heta dawî li ber xwe bidin. Li Tirkiyeyê di 3 salên dawî de îstîsmar 3 qat zêde bû."

Surucu, bal kişand ser dagirkirina Efrînê jî û wiha got: "Piştî Efrîn dagir kirin çeteyên OSO û komên çete yên girêdayî wê li Efrînê dest bi talankirin, wêrankirin û qetlîamê kirin. Komkujî li Efrînê didome. Herî dawî Melek Nebi Xelil a 16 salî qetil kirin. Tecawizî wê kirin û qetil kirin. Li ku dibe bila bibe em ê helwesta xwe ya li dijî tacîz tecawiz û tundiya li ser jinê bînin ziman. Her der ji bo ji bo jinê qada berxwedanê ye. Em ê heta dawî têkoşîna xwe berdewam bikin."

Jinan piştî daxuyaniyê dirûşmeya “Jin, jiyan, azadî” berz kirin û dawî li çalakiyê anîn.