Polîsan li ber TRT’ê êriş kir jina
Polîsan li ber TRT’ê êriş kir jina
Polîsan li ber TRT’ê êriş kir jina
Ji bo bernameya dijminê jina ya TRT’ê bê rakirin komekê li ber avahiya Muduyeta Giştiya TRT’ê kon vegirit lê polîsan êrîşî kon kir û çalekger kirin binçavan.
Endamê Kolektifê yên ji 8 xwendevanên zangoyê pêk dihatin ji bo weşana bernameya ku ji aliyê Emer Tugrul Înançer ve di TRT’ê de tê weşandin bê rakirin hatin ber avahiya Muduryeta Giştiya TRT’ê û xwestin ku gel rayederan hevdîtinê bikin, lê belê hevdîtin çênebû.
Jiber vê çendê xwedevan li ber avahiyê Muduryeta Giştî kon vekirtin û mal li bendê. Polîsên ku hatin li ber avahiyê êrîşê çalekgeran kirin , xwedevan kirin binçavan û birin li Muduryeta Emyeta Enqerê.
Emer Tugrul Înançer ji ber gotinên xwe yên di bernameya TRT’ê de yên wek “Gerîna jinên dûcanî di kolanan de ne estetîke û ne raste.” rastî nerazîbûnên mezin hatîbû.
Meclisa Jinan ya BDP’ê ji ber gotinên Înançer yên “kîn û nefretê” TRT şermezar kirbû û goti bû, “Di derbarê hemweletiyan de newekhevî û di xetekî berfire de di bin banekî hemû rêxistina de TRT weşanê dike, ji ber bernameya wê ya dijminatiya jinan dike em şermezar dikîn.TRT di her bernameya xwe dibêje jin û mêr ne wekhevin û heqaretê li jinan dike, şideta li ser jinê rewa dike û vêna hemû li ser navê dîn dike, ev bername û divê hemû bernameyên wek vê êdî neyên weşandin. Înançer divê êdî di TRT’ê de yek bernameyê jî çêneke, Wê TRT ji ber nêzikbûnên xwe wê bibe nîşaneya dijminahiya jinan.”