Polîsan êrîş bire ser jinên li Stenbolê çalakî kirin: 4 kes destgîr kirin
Jinan ji bo Peymana Stenbolê li pêşiya Rojnameya Yenî Akît çalakiyek kirin, polîsan xwe li çalakiya jinan ranegirt û êrîşî wan kir. Di êrîşê de 4 jin destgîr kirin.
Jinan ji bo Peymana Stenbolê li pêşiya Rojnameya Yenî Akît çalakiyek kirin, polîsan xwe li çalakiya jinan ranegirt û êrîşî wan kir. Di êrîşê de 4 jin destgîr kirin.
Endamên Rizgariya Jinan, ji ber piştgiriya wê ya vekişandina ji Peymana Stenbolê, li ber Rojnameya Yenî Akîtê çalakî lidar xistin.
Jinan li vir pankarta “Wê dijminên jinan- LGBTÎ’yan bêdeng bibin û Peymana Stenbolê pêk bê” vekirin û xwestin daxuyanî bidin.
Lê polisan destûr neda û mudaxaleyî jinan kir û jinên bi navê Yildiz Îdîl, Bûrcûgul Çûbûk, Başak Yeşîlot û Seher Beytaş binçav kirin.