Polîsan 5 jinên ku ji bo Guven çalakî kirin, destgîr kirin

Polîsan êrîş birin ser komeke jinên ku piştî girtina Hevseroka KCD’ê û Parlementera HDP’ê Guven û şûnde xwestin çalakî bikin, 5 jin destgîrkirin.

komek ji jinên endamên Rizgariya Jinan ji bo piştevanîkirina Hevseroka KCD’ê û Parlementera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven û Parlementerê HDP’ê yê Amedê Mûsa Farîsogûllari û Parlementerê CHP’ê Enes Berberoglû çalakiyek kirin.

Jinên ku li pêşiya Peykerê Kartal ê Beşîktaşê kom bûn, dirûşma ‘Bijî Piştevaniya Jinê’ qîr kirin, li vir daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de ev hate gotin: “Em Guven ji têkoşîna ku kirî, nas dikin. A hate kirin li dijî têkoşîna jinê ya rêxistinkirî hatiye kirin. Bila dewlet bizane jin qadan vala nakin. Em ê bi berxwedanê bersiv bidin van êrîşan.”

Di dema daxuyaniyê de polîsan êrîşî jinan kirin, li vir Bûrcûgul Çûbûk, Başak Yaşîlot, Nûpelda Çelîk, Gamze Taşçi û Şîrîn Yildiz hatin destgîrkirin.