Polat: Ocalan nikare were darezandin

Jina Kurd Serpîl Polat a li dijî dîlgirtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan sala 1999’an bedena xwe dayî ber agir, bi nameyên li pey xwe hiştî, têkildarî rastiya dijmin û armanca çalakiya xwe peyam dide.

Polat bi vê çalakiya xwe bi awayekî vekirî êrîşên dijmin ên li ser gelê Kurd bibîr dixe û dibêje: ‘Ezê bi vê çalakiyê hêrsa xwe ya li hember dijmin verêjim’ bi taybet îfade dike ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nikare were darezandin.

Nameyên Serpîl Polat wiha ne:

“Dema ku ez we bi germbûna pêvajoyê, di hêza rewşa we ya heyî ya xweser a bêkêmasî de, bi coşa me ya serkeftinê, di êgir de xwe ji silavkirinê re amade dikim, dixwazim deng bidim.Ji we hemû yan re di meşa me ya pêşengtiyê de demên tije jiyan kirinê dixwazim.

Dengê min weke tê xwestin ne bihêz e. Ji ber ku biçekên me di lûtkeya çiyayên me de, ez li ne benda dema ku cihê xwe di nav yekîneyên gerîla de bigrim. Ez ne li bendê me ku di qadan de bi dijmin re sing e sing şer bikim. Di nava çalekiyên ku xwediyê nîzama kedxwarî û zilmê, bavên pereyan di cihê xwe de direcifîne de bim; biçînî di kargeran de, di qadan de strana bibêjim, govendê bigrim; di nava xebatên ku rêhevaltiya bi Rêber Mahîr re mezin bike, bi stratejiya şerê leşkerî ya polîtîkbûye re derbasî jiyanê dike de bim û gelek tiştên din bim. Di nava xwe de rewşeke binakoke.

Encax dema em li bersiva ku ji êrîşên li ser rêberên şoreşger dinêrin, di dîroka me de, li Kizildereyê hatiye afirandin; li hemberî êrîşa li ser pêşengên şoreşger Rêheval Denîz, Yûsûf û Hûseyîn destaneke berxwedêr a bi rûmet dibe mînak.

Ez nakim wekhev, mafê min vê nîne. Lê belê di şert û mercên ku ez têde me dijmin şewitandin, li hemberî êrîşê şer di xwe de mezin bikim, ev rêyeke bi êgir e.

Ez ne li benda hûn min fam bikin û hemêz bikin. Di serkeftinê de kîlîtbûna me, dema rêyên şoreşê yên asê û zîvronek derbas dikin, ez jî dixwazim ala rizgariya şoreşgerî hildim.

Ji sorbûna berbanga ku nayê darizandin, parçeyekî sorbûnê bidin, li lûtkeya çiya belavbikin, ji kaniya zozanan qûrtek av di kolanan de kenên zarokan, Dayikên Şşemiyê yên dilê xwe bihezkirinê tije, mezinbûna rêhevaliyê li çadirên girêvê germbûna dostaniya çînê, çiqas ez layiqbim bidin min.

Ez dixwazim bibim endameke ku şerê me yên pêşeng ên hevsengiya sûnî parçe dike.Tevahî dibe bersiva daxwaza min a di xeta partî-eniyê de mezinbûna nasmameya min a rêxistinî.Weke ber endama yekîneya propagandaya biçek a Marksîst-Lenînîst, ez di wê baweriyê de me ku min ev endamtî maf nekiriye.

Êrîşên emperyalîzm, olîgarşiyan di şexsê Rêber Abdullah Ocalan de, di giştî gelan de, bitaybet li ser gelê Kurd şermezar dikim, diyar dikim ku Rêberê şoreşger Abdullah Ocalan nikare were darizandin, mezinbûna hêrsa xwe bi agirê bedena xwe, amadekirina verişandina dijmin sergihayî dikim.

Rêhevalino, min zeman û dema xwe vegotinê bi dest nexist. Encax baweriya min ez ê werim famkirin tam e, we û tevahî dostan bi rûmeta xwe ya şoreşgerî careke din silav dikim.

Rêberê şoreşger nayê darizandin!

Bila Serokê giştî yê PKKê were berdan:

Bimire olîgarşî bijî rizgariya şoreşgerî.

Bimire emperyalîzim!

Bimire faşîzim, bijî têkoşîna me!

Bijî yekîneya propogandaya biçek a marksîst-Lenînîst!

Silavên şoreşgerî

Serpîl Polat 17.02.1999.

Ji gelê me û malbata min re

Ez ê ji we re dirêj nenivîsînim.Hêvîdar im hûn ji ber vê yekê aciz nebin.Tenê dixwazim vê vebêjim.

Di şerê gel ê bi maf ûrewa teqez wê bigihê serkeftinê.Bi daxwaza rûmeta meşa bi partî, eniyê re coşa silavkirina we dijîm.Di coşa vê rûmetê de, bi êgir ez ê hêrsa xwe ya dijmin verêşim.Divê em şerê ku emperyalîzim, olîgarşiya Tirkiyê di xwîna rijandinê debên xeniqandin, bilind bikin.

Di rêya bi navê gelan derketinê de hewil didim bê dudilî meşa we bi dest bixim.

Em her tim bi hev re ne. Ev cudabûnek nîne, berovajî hevdîtin e. Îradeya şoreşgerî DGM (Dadgehên dewletê yên ewlekarî) yên olîgarşiya Tirkiyê, hêzên emperyalîst nikarin darizînin. Îradeya şoreşgerî nikare were teslîmkirin. Di rastiya vê rastekê de, ji ber tengbûna qada ez têde, weke amûrê êrîşê xweşewitandin na, amûrê şewitandina dijmin bi kar tînim. Ez hêvîdar im hûnê vê biferaset pêşwazî bikin. Hezkirina min ji we re gelekî mezin e. Ez bawer im hûn ê ji daxwaza min a rêhevaltiya we re, bi famkirina min bersiv bidin.Ez têm destê dayîk û bavê xwe.Ez we bi germbûna agir û rojê silav û hembêz dikim.Qet xemgîn nebin.

Min got jî ev ne veqetîn e, berovajî hevdîtin e. Hedîtina min bi we re tenê rawestgeheke hevdîtinê ya bi bedenê biçûk dixebitin bi kazanên pola li Alî Axa Petkîmê tê kuştin û bi karkerên Petkîmê yên her tim xeteriya mirinê dijîn bi şerê îrade û rizgariyê yê gerîlayê kurdistanê, şoreşgerên cîhanê û şehîdên şoreşê ye.

Em ê gelek caran hev bibînin. Li çiyan, li kolanan, li pevçûnan, barîkatan, dawiyê li stranên serkeftinê yên jiyana nû ya mirovê nû afirandiye wê hevdîtin were kirin.

Li şûna ku agir bi bedena bikevin, bi bilindkirina şer, beden fedayî meşa serkeftinê bi serkeftinê bidawîkirinê be.

Ez dixwazim dostên PKK’yî bibihîzin, vê çalakiyê bi daxwaza bidawîkirinê min xwe şewitand.Ez bi gotina em hevgirtina şoreşgerî bilind bikin, we hemûyan silav dikim.Şoreş bi gelbûnê digihên serkeftinê.Rola rêberên şoreşger girîng û jiyanî ye.Rêberê şoreşger Abdullah Ocalan wê bi vê zanînê tev bigere, divê tev bigere.

Dema ku rêber hatin tunekirin an jî ji xetê hatin derxistin, rêberên nû hatine afirandin, wê werin afirandin.

Jiyan û şer wê bi hev re were destgirtin, bi nirxandinê re meş didome.

Ez tevahî şoreşgerên cîhanê silav dikim!

Bimire faşîzim, bijî têkoşîna me!

Bijî şerê leşkerî yê polîtîkbûyî.

Bijî yekîneya propagandaya marksîst-Lenînîst.

Serpîl Polat

Ji xwişka min a can û xwarziyên min re;

Xwişkê beriya vê min ji zarokan name girt, gelekî xweşik nivîsîne. Wêneyên Dîloş gelek xweş derketiye.Dema min we di wêneyê de dikene dît, dilê min kenand.Li xwe û zarokan baş binêre.

Ez silav û hezkirinên xwe ji zava re dişînim. Ez bawer im tu weke kevin hestiyar î. Ev gelekî ne xirab e jî. Dema ku rê nîşanî hestên xwe bidî, hîn zêdetir bi mantiq, teşedandina hestên xwe bi ser bixî, tê cuda bibî, bilind bibî, hîn tê bibî mirovê ku bê hezkirin.

Yanê ya bibêjim, destûr nede hestên xwe tezêde ji taqet bixin. Bifikire, wate bide yên tên jiyankirin û yên wê werin jiyankirin. Em neçar in siberoj çawa gav bi gav tê hunandin bibînin û fêm bikin. Em neçar in li gorî hêz û hebûna xwe xwedî li siberoja zarokên xwe derkevin.

Ev şer; şerê dawî lê anîna li evqas nebaşiyan tunekirina kedxwarî û zilmê ye. Di şerê şoreşgerî de, hewildana ku dikeve ser wê/î bicihanînê.

Ya me Ji kizilderiyê ve yên hatine afirandin bi rûmetî dane ser mil û pêş ve birin û ala ku şehîdên şoreşê hiştine parastin, zelalbûna şerê li qelaya serkeftinê hildane...

Di vê rastekê de min coşa berpirsiyariyên xwe pêkanînê jiyan kir.Min ji jiyanê hez kir, min ji jiyana di zarokan de hez kir. Di çavên gerîlaya Helkiz ya ji Timokê (navê gund) de, min ji tiliyên Helkiza min ku bi sehra çardehsaliyê pê li tetîkê dike hez kir.

Îro jî, bi navê siberojên zarokan, di xweşikbûna bêdawîkirina evîna vê jiyanê de ne. wê xweşikbûn bibin ên me, siberoj bibe yê gelê me, çînê û gedeyên me.

Nikarim dirêj binivîsim, min biborîne.Ji nasan û cîranan re hezkirinên min ragihîne.Malbata şîrîn û bebeka biçûk a reşik a di wêneyê ku fîdan bi rê kiribû de silav dikim.

Wêne, hevgirtina gelan nîşan dide.

Bi jinekê re gopal hebû. Diyar e yeke nexweş e. Dibêjim; derbasbûyî be. Silavên min ji dayîk, bav, keçan, zeyneb, Aynûr û her kesê/î re bibêje.

Bi hezkirinê re

Serpîl

Fîdana Xoşewîst;

Ez dizanim ji bo min kin nivîsand tu wê aciz bibî, encax bawer bike ku, ji nav karên din dem didizim û ji bo hezkirina xwe ji te re vebêjim ji te re dinivîsînim. Min nameya te eciband. Min li ser ciwan û erkên wan bi te re yek bi yek nîqaş nekiribe jî bawer im vedibêjim. Her min got ciwan; tu çiqas wiha mezin bûyî lê belê min bawer dikir ku hîn tu zarok î. Lê tê çi bikî, niha wiha ez dibînimku nebûme çavdêrê baş jî...

Can Roşem, endezyara min a kar Çûrem; li xwe, xwişk û birayên xwe û hevalên xwe baş binêre, berê xwe bide giravê. Ji giraviyan û berbangan re dest bihejîne.Di dema berbangê de ji sorbûnê re bikene. Xaltîka te ya her tim ji te hez dikir û wê hez bike.

Fîgena me;

Selhildêr û dil dîna min.

Dîsa min bi gotinên te yên xweşik û nas dengê te bihîst. Stranên ku te digot hate bîra min. Dema tu mezin bibî, bê hevdeha xwe, em ji bo tu êş û êşkenceyan negirîn derketin rêçikan. Heke derbasbûna ji rêyên asî û binar bikeve ser te, bila serê te bilind, dengê te weke daristanan gur be. Niha evher tiştên mezin in. Ji kêmasîkirinê netirise.Ji hevalên xwe gelekî hez bike.Li parkan heta ku têr bibî bileyize. Ez dixwazim lîstokeke berê bi te re lîstim, bileyizim. Lîstoka birê tu bixwazî vebêjim.Ev lîstokeke şer e, ya taktîk pêş dixe ye.Em darekî bi erdê çiqînin.Em du koman wekhev çêbikin.Koma yekemîn dema dixwaze darê çiqandî bi dest bixe, koma din wî diparêze. Koma dar diparêze parastin, ya dixwaze bigire êrîş e. Yên di parastinê de jî bi hemleyan dikarin êrîş bikin. Her du kom jî bi girtina hev an jî di navbera du kesên koma hember derbas dibe û dixwaze hejmarê kêm bike. Heke êrîş darê çiqandî bi dest bixe, serkeftin a wan e. Encax heke parastin taktîkê pêş bixe bi şewitandina endamên koma din re dikare serkeftinê bi dest bixe.Min lîstokê tam kitekit nekir.Tu dixwazî ji yên ku dizane fêr bibe û bileyize. Lîstokeke bi zewq e. Ji bo ku ez ê ji Dîlan, Denîz binivîsim li vê derê xelas dikim. Ez te heta bes hembêz dikim û maç dikim.

Dîlan û Denîz

Wêneyên ku we xêz kir gelekî xweşik bûn.Ez gelekî kêf xweş bûm.Heke we yê hîn xweşiktir xêz kir, dîsa ji me re bişînin. Dîlan, min jî gelekî bêriya te kiriye. Tu dixwazî ez werim, ji xwe ez li gel te me. Wêneyê te bi cilên bûkanî gelekî xweşik derketibû. Min tu li gel xwe dît. Tu dizanî, tu qet nedigirî.Qet negirî.Xwişkên xwe xemgîn neke.Li Denîzê baş binêre.Denîz, tu jî bi zarokên li wir baş li hev bike.Ew ji te hez dikin. Tu jî ji wan hez bike. Bebeka reş a di wir de li şûna min maç bike.

Yên min nivîsand, vegot wê werin vegotin.Ez ji we hemûyan hez dikim.Li xwe baş binêrin.

Silav û rêzên şoreşgerî

Serpîl

....... Heval

Ez dixwazim van nîşeyên min ên ku bi lez hatine nivîsîn tu biparêzî û bigihînî cihê wan.

Di şexsê rêhevalê min Hesen Şansoy de silavên min ji tevahî rêhevalan re ragihîne.Min ji we hez kir û ez ê hez bikim jî. Ez têm destê dayîka te. Baş li keça min Guler, tevahî ahaliyê koxûşê binêrin.Ez li di berxwedana zîndanan de bi we re me.Destên min ên li hejdehan li şûna min hembêz bike. Kamîle, Mûslûm, S.Alî û tevahî dostên min ên ku min dem nedît rêz bikim hembêz dikim, serkeftinê dixwazim.

Li derve birayekî min ku nabîne heye. Ez dixwazim ew bizanibe ku min ew ji bîr nekiriye. Hêvîdar im wê vê helwesta min fam bike.

Silavên şoreşgerî

Serpîl

Seat 04:20

Nîşe: ez peyama ku xwişk û birayên min xemgîn nebin, meşê bihêz bikin didim.

THKP-C / MLSPB”