Platforma Yekîtiya Jinên Kurd banga yekîtiyê li hêzên Kurd kir

Encamnameya konferansa Platforma Yekîtiya Jinên Kurd ku di 22'ê Kanûna 2019'an de li Amedê pêk hat hate eşkerekirin.

Konferansa Platforma Yekîtiya Jinên Kurd di 22'ê Kanûna 2019'an de li Demîr Otel a Amedê pêk hatibû. Encamên konferansê bi daxuyaniyekê hatin ragihandin.

Encamnameya konferansê wiha ye:

"Platforma Yekîtiya Jinên Kurd salvegera duyemîn a avabûna xwe de careke din bi dezgehên Kurd, partiyên siyasî, însiyatîfa jinên Kurd û tevgerên jinan bi durişma 'Em ji vê derê ne, em li vê derê ne, azadiya me yekitiya me ye’ hatin cem hev.

Me êrîşên ku li Kurdistanê, binpêkirina mafên mirovan û êşên hatin kişandin nîqaş kirin.

Û em gihiştin tenê encamekê: heta Kurd nebin yek di serî de jinên Kurd, li çar aliyên Kurdistanê ji qirkirin û polîtîkayên mêtîngeh xilas nabin.

Çarenûsa azadiya me li hemû parçeyên Kurdistanê yekitî û azadiya kurdan e.

Em dixwazin bi baweriya xwe ya têkoşer û pirsyarker bang li siyasertmedarên Kurd û gelê Kurd bikin. Ji hemû aliyan em jinan di yekîtiya Kurdan de weke hêzeke mezin qebûl dikin.

Dîsa em dîtinên îdeolojiyên fermî yen ku jinan tune dihesibîne, serdestiya meran, feodal û milîtarîst qebûl nakin.

Em li hemberî 'parçekirina' li me hatiye ferz kirin derdikevin.

Ji bo azadiya Kurdan  nêrîna jinan, daxwaza yekîtiyê em derdixin pêş.

Em bi bawer in, dest jê bernadin, emê hewldana diyaloga ji bo yekitiya zêdetir bikin, careke din bi israr bang dikin; yan em ê bibin yek yan jî em ê yek bi yek tune bibin.

Daxwaza ku Eyşe Şan xwest li Amedê were defînkirin em wek jinên Kurd li ser xwe wasiyet dihesibînin û em ê israr bikin ku gora Eyşe Şan ji Buca/Îzmîrê bînin Amedê.

Konferansa me ya salvegera duyemîn ji partî, sazî, însiyatîf û tevgerên Kurd re bi banga hemû jinan 'Ey Kurdino, ger ku em nebin yek, Emê biçin yekbi yek' bi dawî bû."