Peymana Stenbolê wê 1'ê Tîrmehê bi dawî bibe

Biryara li ser bidawîbûna Peymana Stenbolê ku wê di 1'ê Tîrmehê de pêk were, li Rojnameya Fermî hate weşandin.

"Peymana Konseya Ewropayê ya Têkildarî Têkoşîna li dijî Tundiya li Jinê û Tundiya li nava Malbatê" ku weke Peymana Stenbolê tê naskirin, ji ber ku Tirkiyeyê xwe jê vekişand, bi dawî dibe. Biryara li ser bidawîbûna peymanê ya di 1'ê Tîrmehê de, li Rojnameya Fermî hate weşandin.