Peyamên Konferansa HDK’ê: Faşîzim wê hilweşe!

Di axaftinên Konfernasa Jinan a Giştî ya HDP’ê hate kirin de bal kişandin ku polîtîkayên şer ên AKP-MHP’ê şer geş dike. Di axaftina de peyama ‘Wê faşîzim hilweşe’ hate dayîn, hate gotin ku divê deriyê Îmralî bê vekirin.

Di 10'emîn Konferansa Jinê ya Lijneya Giştî ya HDK'ê de Hevberdevka HDK'ê Gulîstan Kiliç Koçyigit got:"Em jî dixwazin li vî welatî Rojavaya xwe ava bikin. Em dixwazin vê yekê niha pêk bînin." Hevseroka KCD'ê Leyla Guven jî wiha got:"Em hedef dikin ku 2020'an bike sala azadiya gelê kurd. Ji bo vê yekê jî divê tecrîda li ser Birêz Ocalan bi dawî bibe."

Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) 10'emîn Konferansa Jinê ya Lijneya Giştî li eywana konferansê ya Hotel Akar Internetıonal a Enqereyê pêk anî. Hevseroka HDP'ê Pervîn Bûldan, Hevseroka KCD'ê Leyla Guven, Parlamentera HDP'ê Salîha Aydeniz, Hevseroka SYKP'ê Canan Yuce, Dayikên Aştiyê û gelek kes beşdarî konferansê bûn.

Li salon konferansê pankartên bi nivîsên "Bi serîlhildana jinên Rojava, Şîlî, Sûdan, Îranê ber bi avakirina jiyanek nû","Em jiyana azad ava bikin" hatin dardekirin. Hevberdevka HDK'ê Gulîstan Kiliç Koçyigit axaftina vekirinê kir.

Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Bûldan, di 10’emîn Konferansa Jinan a Giştî ya Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) de, têkildarî rojevên heyî nirxandinên girîng kirin.

Bûldan, derbarê kuştina Fermandarê Hêzên Qudusê Kasîm Suleymanî û Alîkarê Fermandarê Giştî yê Haşdî Şabî Ebû Mehdî El Muhendîs û biryara tezkereya Lîbyayê ya ji aliyê Tirkyeyê ve hat erêkirin de axivî û diyar kir ku pêvajo ber bi Şerê Cîhanê yê 3’yemîn ve diçe

Bûldan, di dewama axaftina de wiha got: “Li Rojhilata Navîn û Tirkiyeyê pêşketinên girînge rû didin. Her welat li gorî berjwendiyên xwe, serdemek şerê nû dijîn. Bi tezkereya Lîbyayê ya ku Tirkiye erê kir, Tirkiyeyê ber bi Şerê Cîhanê yê 3’yemîn dibe. Divê ku em kuştina Qasîm Sileymanî weke hevsengiyeke nû ya li Rojhilata Navîn pêş bikeve, bi nirxînin û fêm bikin. Cîhan êdî ber bi Şerê Cîhanê yê 3’yemîn ve diçe. Yên ku van biryaran digirin zilamin, lê yên ku wê du caran bimirin mixabin wê jin bin.

Em bawer dikin ku hemû pirsgirêkên cîhan û Rojhilata Navîn encex bi diyalog, muzakere û dîplomasiyê çareser bibe. Bêguman tu pirsgirêk bi şer, kuştin û komkujiyan çareser nabin. Her şerek bi xwe re şereke din tîne û dibe sedema mirina mirovên bêguneh. Em hêvî dikin ku Tirkiye li gorî pêvajoyeke diyalog û muzakerê tevbiger. Lê mixabin, Tirkiye li şûna ku vê yekê bike, ji bo hemû şeran, leşkerên xwe dişîne her qadên şer.

Tirkiye ev biryar ji derveyî vîna gelan girtiye. Gelên Tirkiyeyê tu carî ev şer qebûl nekirine û tim îtîrazên xwe tînin ziman. Ji ber ku her şer, krîz û kaosên nû ji bo gelên Tirkiyeyê tîne.

Koçyîgît, bal kişand ser kuştina Sêvê Demîr, Pakîze Nayîr û Fatma Uyar bibîr anî û dest bi axaftinê kir. Koçyîgît, anî ziman ku li hemû dera cîhanê jin li dijî tundî û desthiladariya mêr têdikoşe û wiha got: "Jin li dijî tacîz, tecawiz û tundiyê li ber xwe didin. Li Parîsê Sakine Cansiz, Leyla Şaylemez û Fîdan Dogan hatin kuştin. Bi hevkariya hêzên navneteweyî hatin kuştin. Têkoşîna wan têkoşîna me ye. Em li ber têkoşîn û bîranîna wan bejna xwe ditewînin. Hemû tundî bi metîngeriya kedê jinê pêş dikeve. Jinên li dijî vê tundiyê têdikoşin hene. Em vê rastiyê dibînin û têdikoşin. Bi serhildana jinê ya li Şîlî, Lubnanê heta Rojhilata Navîn têkoşîna azadiya jinê belav dibe. Em dixwazin iyanek nû ava bikin."

Koçyîgît, da zanîn ku li dijî hemû êrîşan jin li zindanê jî li ber xwe didin û wiha axivî: "Di serî de Gultan Kişanak em hemû jinên girtî silav dikin. AKP herî zêde ji jina azad ditirse. Çi dibe bila bibe em teslîm nabin. Îro bi hezaran jin li kolanê ne. Dilîrînin û dansê dikin. Vê hişmendiya rizî ya AKP'ê şermezar dike. Tirkiyeyê ji bo Lîbya teskereyek nû derxist. Hevkariya şerekî nû dike. Piştî Kasim Suleyman hat kuştin, şerê fîllî bêtir li ser vê erdnîgariyê belav bû. Ya ku vî şerî ferz dike dîktatoriya mêr e. Tayyip Erdogan, Putîn û Trûmp ji bo îqtîdara xwe zexm bikin şer peş dixin. Divê em jin li dijî vî şerî bêtir têkoşîna aştiyê xurt bikin. Divê em bi hevre li dijî vê hişmendiya mêr têbikoşin.

Jinên xweşik li dijî tariya DAÎŞ'ê şer kirin. Em îro bi aqilê ku tune dike re hatine hemberî hev. Em dixwazin li Tirkiyeyê Rojava xwe ava bikin. Ji bo vê yekê divê em Meclisa Jinê ya HDK'ê bêtir xurt bikin."

Koçyîgît, anî ziman ku ew dixwazin xwe bigînin hemû jinan û xwest hemû jin xwe bi rêxistin bikin û wiah got: "Dema ku em li cem hev bin, tu muktedir nikarin vê baweriyê bişkînin. Divê em bêtir xwe bigînin jinan. Em niha li Tirkiyeyê yekîtiya herî mezin ava dikin. Divê bêtir em xwe bigînin jinan û tev li xwe bikin. Ji bo sibê em bêtir xurt bin divê em îro bêtir xwe bi rêxistin bikin"

Hevseroka KCD'ê Leyla Guven jî anî ziman ku qala xwişk û biratiya Kurdan dikin, lê tu kes fêrî zimanê milyonan Kurd nabin. “Ez wekî Hevseroka KCD'ê li ser vê axê nunertiya van gelan dikim. Ez ê bi Kurdî bi axivim. Ez dixwazim hemû xwişkên min ên jin ji bo fêrî Kurdî bibin têkevin nava hewldanan. Jinên Rojava ji bo hemû cîhanê bûn mînak. Li Rojhalata Navîn û Kurdistanê pêşketinen mezin çê dibin. Faşîzm ji bo hebûna xwe berdewam dike jinan qetil dike. Jin li Şîlî, Sudan, Misir û gelek cihên din li ber xwe didin. 8 salan di pêşengiya Arin Mirkanan, Kader Ortakkaya û jinên din de şoreşek pêş ket. Ev şoreş li hemû cîhanê belav bû. Li hemû cîhanê bû mînak. Jinên li Şiliî Têkoşîna jinên Rojava ji xwe re kirin mînak. Tu kes nikarîbû li dijî DAÎŞ'ê li ber xwe bide. Lê jinên Rojava bi tîlîlî û berxwedana xwe têkoşiyan û li cîhanê bûn mînak.

Guven, anî ziman ku nêviyê nifûsa cîhanê ji jinan pêk tê û wiha bi dawî kir: "Wekî jinên HDP, SYKP û KCD'ê, em nûnertiya jinan dikin. Lê em xwe nagînin jinan. Jin li heviya me ne. Divê em biçin malên wan û xwe bgînin wan. Em li ser navê wan bûn hevserokên partiyan û hevşaredar. Lê ev têr nake. Faşizm bi hemû hêza xwe bi ser me de tê. Divê em li dijî vê yekê xwe bigînin hemû jinan. Armanc û hedefa me di sala 2020'an de me gelê Kurd azad bikin. Em ê sala 2020'an bikin sala azadiya Gelê Kurd. Divê tecrîda liser Birêz Abdullah Ocalan bi dawî bibe. Di şexsê Brêz Ocalan de li ser her kesî tecrîd heye. Werin em bi hevre tecrîdê bişkînin. Divê Brêz Ocalan azad bibe. Yê ku li Rojhilata Navîn aştiyê pêş bixe paradîgmaya birêz Ocalan e."