BI DÎMEN

Peyama 8’ê Adarê ya Jinên Êzidî: Em ê têkoşîna azadiyê bilind bikin!

Jinên Êzidî ku 8’ê Adarê bi coşeke mezin pîroz kirin, pêngava ‘Li dijî qirkirina jin bibe dengê xwe parastinê’ ragihandin û ev peyam dan: ‘’Em ê têkoşîna xwe ya azadiya jinê û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bilind bikin.’’

8'ê ADARÊ LI ŞENGALÊ

Li Şengalê çalakiyên 8’ê Adarê piştî bernameyeke têrûtijî, duh bi şahiyeke girseyî bi encam bû. Bi sedan jinên Êzidî li Baxçeya Abdullah Ocalan a li Geliyê Kersê kom bûn, hem soza bilindkirina têkoşîna azadiyê jinê dan hem jî peyama bilindkirina pêngava azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dan. Ji qada parastinê heya çand-huner û meclîsên gel, bi sedan jinên ku pêşengiya têkoşîna Şengala xweser û azad dikin, careke din hêz û coşa xwe nîşanî dost û dijmin dan. Her wiha Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) di vê rojê de pêngava ‘’Li dijî qirkirina jin bibe dengê xwe parastinê’’ ragihand.

‘EM Ê PÊŞENGTIYA PÊNGAVA AZADIYÊ BIKIN’

Ji Fermandariya YJŞ’ê Hêza Şengalî ku di şahiyê de peyama YJŞ’ê gîhand jinên Êzidî û cîhanê, 8’ê Adarê wekî roja têkoşîn û berxwedana jinan binav kir û ev peyam da: ‘’Ya ku wateya têkoşînê vê rojê ji cîhanê re nîşan da Rêber Apo bû. Em di serî de li wî, li gerîlayên serê çiya, li YJA-Star, hevalên ku di çeperan de li ber xwe didin, li YPJ’ê û tevgera jinên Êzidî pîroz dikin. Rêber Apo jî binav dike ku hemû roj roja jinan e, pêwîst e hemû roj bibe roja jinan. Ê ku ev roj bi wate kir, mezin kir, têkoşîna jinê bilind kir Rêber Apo bû. Îro jin dikare bi nasnameya xwe, bi hebûna xwe, bi çanda xwe pêşengtiya civakê bike. Em 8’ê Adarê ji bo hemû jinên ku canê xwe ji bo azadiyê feda kirine pîroz dikin.’’

Hêza Şengalî her wiha bibîrxist ku pêngava azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li hemû cîhanê ketiye merheleyeke nû û got: “Ev pêngav dikeve qonaxa duyemîn de, jin jî di hemû merheleyan de tevlî pêngava azadiyê dibin. Weke YJŞ em ê heya dawiyê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo têkoşînê bikin.’’

‘8’Ê ADARÊ ROJA AZADIYÊ YE’

Endama Navenda Çand û Hunerê ya Sitiya Nexşa Xezal Xêro jî 8’ê Adarê li tevahiya jinên cîhanê pîroz kir û wiha got: ‘’Em dibêjin wê ev roj bibe roja azadiyê. Ez vê rojê bi taybetî li Rêber Apo pîroz dikim. Doher jineke cîhanê zanibe wateya vê rojê çi ye û her jinekê vê rojê li hev pîroz bike.’’

‘BERIYA FERMANÊ JINÊN ÊZIDÎ 8’Ê ADARÊ PÎROZ NEDIKIRIN’

Endama Koordînasyona TAJÊ Ehram Îsmaîl jî derbarê pîrozbahiya 8’ê Adarê ya li Şengalê de nêrînên xwe wiha anî ser ziman: ‘’Em pir pîroz dibînin ku 8’ê Adarê li Şengalê tê pîrozkirin. Beriya fermanê 8’ê Adarê li Şengalê nedihat pîrozkirin, jinên Êzidî nedigihan hev. Niha bi fikrê Rêber Apo jinên Êzidî 8’ê Adarê pîroz dikin. Banga min ji jinên Êzidî re ew e ku rabin ser xwe û zilma li ser xwe qebûl nekin.’’