Pêşenga artêşbûna jinê: Bêrîtan
Zelal Azad qala hevrêya xwe Bêrîtan kir û got, "Ew xwedî potansiyeleke girîng bû û PKK'ê ev potansiyel xist nava tevgerê."
Zelal Azad qala hevrêya xwe Bêrîtan kir û got, "Ew xwedî potansiyeleke girîng bû û PKK'ê ev potansiyel xist nava tevgerê."
Bêrîtan (Gulnaz Karataş), ku di şerê navbera PDK û PKK'ê yê sala 1992'an de li dijî teslîmiyetê xwe ji zinar avêt û di nava Tevgera Azadiyê ya Kurd ve guherî xetekê, ji aliyê hevrêya wê Zelal Azad ve hat vegotin.
Gulnaz Karataş (Bêrîtan), di sala 1971'ê de weke keça malbateke karmend a Dersîmî li Solxanê ji dayik bû. Dibistana seretayî li Elezîzê xwend. Di sala 1989'an de li Zanîngeha Stenbolê qeyda xwe li Fakulteya Zanistên Aborî ya Îngilîzî çêkir. Di tîma hentbolê ya dibistanê de qepten bû. Bi taybetmendiya xwe ya rabûna li ber zordariyê û bi xwendiya xwe ya pirtûkan dihat naskirin. Di Newroza 1989'an de hîn bû ku Kurd e. Di sala 1990'î de bi destgiriyê xwe tevlî nava refên PKK'ê bû. Dema di nava gel de xebatên rêxistinî dimeşand hat girtin. Piştî ku serbest hat berdan, berê xwe da çiyê.
'FEODALÎTE DI NAVA JIYANA XWE DE ŞIKANDIBÛ'
Zelal Azad ku di nava refên gerîla de Bêrîtan nas kir, qala hevrêya xwe kir û got, "Di bihara 1992'an de me li Xakurkê hev dît. Hê salek bûbû, ku hevala Bêrîtan tevlî bûbû. Em di nava yekîneya çapemeniyê ya li Xakurkê hatibûn wezîfedarkirin. Heta destpêkirina şerê Başûr em demeke dirêj bi hev re man. Di destpêkê de bejn û xemla wê bala min kişandibû. Bejin dirêj û zirav, bi berçav bû. Porê wê kurt bû û gelekî entelektuel xuya dikir. Bi nêzîkatî, helwest û rehetiya xwe, miroveke xwezayî bû. Mirov didît ku wê di şexsê xwe de feodalîte şikandiye. Bi rehetî daxivî, nîqaş dikir, bi coş û bi biryar bû. Wekî din gelekî baldar û hay ji xwe hebû."
Zelal Azad diyar kir, ku gelek pîvanên azadiyê di şexsê wê de parastî bûn û ev tespît kir: "Eger gotin di cih de be; ew xwedî potansiyeleke gelekî girîng bû û PKK bû ew hêz ku ev potansiyel xist nava tevgerê. Wê bi xwe qalê dikir. Digot di destpêka zanîngehê de yan jî di dema lîseyê de xwedî hin taybetmendiyên anarşîst bû. Tiştên ku civak qebûl neke, dikir. Ev yek jî bi wêrekî dikir. Digot, 'Min mijangên xwe bi rengê eflatûn boyax dikir. Ferek pêlava min şîn bû, yek jî kesk bû. Bi şort li bisikletê siwar dibûm û digeriyam'. Li dijî wan pîvanan xwedî sekneke anarjîst bû."
'TIRSONEKÎ WEKE ŞERMEKÊ DIDÎT'
Azad bal kişand ser kesayetiya bi coş a Bêrîtan û got, "Miroveke gelekî bi coş bû. Mînak; coş û kelecan taybetmendiyeke Xwedawendiyê ye. Coşa jiyanê, di şexsê hevala Bêrîtan de bi cih bûbû. Ne taybetmendiyeke ku piştre wergirtibû. Taybetmendieyke jinê ye." Azad anî ziman, ku Bêrîtan her kar û wezîfe bi coşeke mezin ser dixist û destnîşan kir, ku ji bo Bêrîtan zor û zehmetî tine bû. Azad got, "Wê, tirsonekî weke şermekê didît."
'DIXWEST LI SER RÊBERTÎ ROMANÊ BINIVÎSÎNE'
Azad got, "Gelekî zû şehîd bû. Têkildarî Rêbertî di nava lêgerînê de bû" û destnîşan kir, ku li gorî Bêrîtan, sekneke hêjayî Rêbertî û meşa li ser şopa wî, dihat wateya bûyîna xwedî kesayeteke sosyalîst.
Azad anî ziman, Bêrîtan gelekî pirtûkên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dixwend û got, "Digot, ku ew dikare analîz û nirxandinên Rêbertî bike roman. Yekemcar hevala Bêrîtan ev xist rojevê. Rêbertî, analîzên li ser huner û wêjeyê piştî şehadeta wê, kir. Piştî sala 1992'an em çûn qadê. Rêbertî hingî giranî dida ser rê û rêbazên huner û wêjeya li Kurdistanê. Timî bal dikişand ser rastiya Bêrîtan. Rêbertî digot, 'Bêrîtan ji me re bû perspektîf'. Ew bi her du aliyên şer dihesiya. Li dijî her şêwe koledariya lê dihat ferzkirin şer dikir."
'DI NAVA PKK'Ê DE HESTA AZADIYÊ JIYA'
Zelal Azad da xuyakirin, ku Bêrîtan hez ji şerkirin û têkoşînê dikir û dema li nava xebatên çapemeniyê bû, timî pêşniyar dikir ku tevlî yekîneyên pratîkê bibe. Azad got, "Di raporeke xwe de digot, 'ez di nava gerîla xwe de bi îdîa me'. Di encama pêşniyar û hewldanên wê de çû nava yekîneyên pratîkê. Wê demê, hin hevalên jin ji ber ku şer nas nedikirin, bi tirs û guman nêzîk dibûn. Gumanên mîna 'gelo ez ê karibim bikim, hêza min wê terê bike, dema li dijmin rast bêm wê psîkolojiya min çi be' hebûn. Ev nakokiyên destpêkê bûn. Bi giranî piştî çalakiya destpêkê ev guman jî ji holê radibûn. Lê belê hevala Bêrîtan di vî warî de qet ne dudil bû. Qet negot, 'gelo ez ê karibim bikim an na'. Yanî ne hildikumî. Ez hingî gelekî li ser difikirîm. Mîna ku zexta sedan salan qet lê nebûye. Dilsoza armanca xwe bû. Di nava PKK'ê de tehma hesta azadiyê kir. Dema tevlî şer dibû, bi xurtî tevlî dibû. Ji xwe di demeke kurt de ev îdîaya xwe nîşan da. Çalakgerî û wêrekiya wê, ew kir fermandara eniyê. Tevlî çalakiya Rûbarok bû. Di wê çalakiyê de birîndar bû. fîşeka M16 li bin çenga wê dikeve û ji cihekî nêzî lêvên wê derdikeve. Cihê jê derket, hinekî birîn bû. Ev birîn dişibiya kenekî li ser rûyê wê. Dema em li hev rast hatin digot, 'Ev li min hatiye ne welê? Ez gelekî bedew bûme'."
Azad destnîşan kir, ku Bêrîtan ji mirinê neditirsiya, berevajî henekê xwe bi mirinê dikir û got, "Wê ji jiyanê hez dikir. Û gelekî ji jiyanê hez dikir. Mirin biçûk didît. Digot, gelo ez êvarê bimirim an sibehê? Dema hewa xweş be bimirim, yan nexweş be? Pirsa vê dikir. Yanî mirin jî red nedikir. Her tim digot, di meha Hezîranê de li ber tavê di rojên xwe de dixwaze bimire."
'BERXWEDANA WÊ BANDOR LI DIJMIN JÎ KIR'
Zelal Azad diyar kir, berxwedana Bêrîtan bandor li dijmin jî kir û wiha dewam kir:
"Di sala 1992'an de di şerê me yê dij PDK û YNK'ê de, dijmin êrîşî girê hevala Bêrîtan û fermandarê tîm hevalê Îsmaîl jê berpirsyar bû, dike. Bi qasî 500 pêşmergeyên PDK û YNK bi carekê ve êrîş dikin. Di nava wan de efserên Tirk jî hene. Piştî şerekî demdirêj gir dikeve. Neçar dimînin xwe vekişînin. Lê belê ji ber ku hevalê Îsmaîl birîndar dibe, neçar dimînin zû xwe vekişînin. Hevala Bêrîtan hevalên din li hev dicivîne. Plana vekişînê dike. Ew di nava wezîfeya parastina hevaland e dimîne. Hevalên din yek bi yek vedikişin. Ji ber ku ew bi erka parastinê radibû, nikarîbû xwe vekişîne. Pêşmerge dorê lê digirin. Li qiraxa zinarekî ye û birîndar e. Pêşmerge jê re dibêjin bila teslîm bibe. Hevala Bêrîtan jî dibêje 'Hûn ji Başûr êrîşî şoreşa Bakur dikin. Hûn hevkarên dijmin in' û dirûşma 'Bijî Serok Apo' diqîre. Pêşmerge li ber digere û jê re dibêje 'teslîm bibe, em ê tiştekî bi te nekin'. Hevala Bêrîtan her dirûşman diqîre. Piştî wextekê fîşekên wê diqede. Fêhm dike ku derketin ji vir nîne. Lê teslîmiyetê jî li rûmeta xwe ya şoreşgerî nîne. Xwe tevî çeka xwe ji zinar davêje. Çeka xwe jî ji dijmin re nahêle.
Berxwedana wê bandorê li pêşmergeyan jî dike. Hin ji pêşmergeyên li wê derê, dema dibînin li pêşberî teslîmiyetê xwe zinar avêt, di wê kêliyê de çeka xwe li keviran dixin û parçe dikin. Hin ji wan piştre tevlî nava partiyê bûn. Min yek ji wan dît. Bi rastî jî gelekî bandor lê kiribû. Niha navê wî nayê bîra min. Lê bi dehan pêşmergeyên mîna wî tevlî bûn. Li bajarên Başûrê Kurdistanê jî lehengiya wê deng veda. Hevalan digotin, li gundên ne PKK'yî jî wêneyên hevala Bêrîtan li malan hatiye daliqandin."