Pervîn Bûldan: Roj roja yekîtiyê ye

Wekîla HDP’ê ya Stenbolê Pervîn Bûldan li ‘’Pevgihîna Jinan’’ li Îdirê axivî û got, ‘’Roj ew roj e ku em li Rêbertiya xwe, azadiya xwe û xaka xwe xwedî derbikevin’’

Ji hêla KJA’yê ve li Îdirê, di nav çarçoveya kampanyaya ‘Ez li Rêbertî, xak û azadiya xwe xwedî derdikevim’’ ‘’Pevgihîna Jinan’’ pêk hat. Pevgihîn bi tevlêbûna bi hezaran jinî bi coşeke mezin pêk hat. Wekîla Mêrdînê ya HDP’ê Gulser Yildirim di pevgihînê de axivî û got: ‘’Jin ji bo ku civakê azad bike heye. Dizanin a ku wê jiyana hevpar û azad bîne jin in û ev pevgihîna jinan ne li gorî siltaniya wan e. Dijminatiyê li jinan û jiyana hevpar dikin.’’

 ‘TÊKOŞÎNA AŞTÎ Û AZADIYÊ BERDEWAM E ‘’

Piştre Pervîn Bûldan bal kişande ser zext û zordarî û girtinan ku vê sala dawî pir zêde bûne û got, ‘’Hikûmeta AKP’ê îro kî devê xwe vedike awn digire û dikuje. Kurd hînî zilma van rêveberan bûne ku ev sed sal in ji hêla wan ve têne kuştin û beralîkirin. Me Kurdan ti caran serê xwe ji van rêveberan re netewandiye, em rajêrî wan nebûne û em ê serê xwe ji Erdogan re jî netewînin. Ji bo aştî û demokrasiyê em ê têkoşîna xwe bidomînin.’’

Bûldan bi berdewamî wiha anî ziman: ’’ AKP bi hênceta darbeyê rewşenbîran, nûçegihanan digire yan jî dikuje. AKP îro darbeya siyasî dike. Darbeya pêşî li pêvajoya aştî û muzakereyê hate kirin. Li dijî Kurdan hate kirin ku şer nedixwestin û li gel demokrasiyê bûn. Weke ku ev ne bes be vê carê destlênedana wekîlên gel rakir û şaredarî destser kirin.’’

Bûldan têkildarî girtina Hevseroka Şaredariya Mezin a Amedê Gulten Kişanak û Berdevkê Demê yê KJA’yê Ayla Akat Ata axivî û got: ‘’Gulten Kişanak navê wêrekiyê ye, sembola têkoşîna wan jinan e ku li dest wan alaya xemrî heye. Ayla Akat jî yek ji wan jinan bû ku li dijî yên digotin, ‘’Kobanê ti nemaye bikeve’’ li Pirsûsê 200 rojî li erdê raze. Em baş pê dizanin, tiştên ku têne kirin, li dijî desketiyên jinan in.’’

‘AKP DIXWAZE HER KESÎ BÊDENG BIKE’

Bûldan têkildarî girtina JINHA, DÎHA, Azadiya Welat jî wiha axivî: ‘’AKP çi kesê ku weke wê nafikire dixwaze bêdeng bike’’ û bi berdewamî wiha got: ‘’Bila her kes baş bizanibe, em hemû nûçegihanên DÎHA, JINHA’yê ne. Ku hûn bixwazin me çavtirsandî bikin em ê zêdetir li ber xwe bidin. Îro dema wê ye ku gel û sazî bibin yek.’’

Herî dawî jî Bûldan bal kişande ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wiha anî ziman: ‘’Roj ew roj e ku em li Rêbertî, xaka û azadiya xwe xwedî derbikevin. Tenê canekî me hete ku ji dest me biçe, em amade ne ku wê jî di rêya têkoşînê de bidin’’

...