'Pergala Hevserokatiyê wê civakê azad bike'

Hevseroka Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Efrînê Hêvî Mistefa bal kişande ser girîngiya pergala hevseroktiyê û got, "Pergala hevseroktiyê wê civakê azad bike."

Hevseroka Rêverberiya Xweseriya Demokeratîk a Herêma Efrînê Hêvî Mistefa girîngiya pergala Hevserokatiyê nirxand û got, "Bi biryar û nerîna jinê bi rengê jinên azad wê civak azad bibe û çareserî ji tevahî pirsgrêkan re were dîtin."

Mistefa wiha dewam kir; "Pergala Demokeratîk di nav civakê de ji bo wekheviya di navbera jin û mêr de, têkoşîna sereke ya li hemberî koletiyê ye. Bingeha pergala hevserokatiyê bi tekoşîna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a li hemberî koletiyê hatiye danîn û ev pergal ji bo civakê girîng e."   

'JINA AZAD CIVAKA AZAD E'

Hêvî Mistefa bal kişande ser rola jinê  di sîstema hevserokatiyê de û wiha got:" Jina azad civaka azad e. Di hemû şoreşan de jin her hatiye kolekirin. Jin xwedî kedeke mezin e lê belê keda wê her tim ji nedîtî ve hatiye. Niha di şoreşa Rojavayê Kurdistanê de keda jinê ya dîrokî dîsa derdikeve holê û jin hemû astengiyên li pêşiya xwe ji holê radike."

'BIRYARÊN BI VÎNA JINÊ ASTA CIVAKÊ BILIND DIKIN'

Mistefa diyar kir ku biryarên bi vîna jinê tên girtin asta civakê bilind dikin û wiha berdewam kir: "Di pergelên desthiladaran de jin tenê bi awayê fîzîkî têne nirxandin û îradeya wê tine tê hesibandin. Lê beramberî pergalên desthiladaran di pergela Hevserokatiyê de jin bi deng û rengê xwe biryaran dide. Lewma netewe dewlet ji pergala hevserokatiyê zêde ditirsin û ew tirs ji bo hemû pergalên desthilatdar derbasdar e." 

'JINA AZAD PÊŞENGA MIROVAHIYA HERDEM E'

Hêvî Mistefa diyar kir ku jina azad pêşenga mirovahiya hemdem e û wiha dewam kir: "Zîhniyeta mêrê desthiladar wê bi tekoşîna jinê biqede. Çiqas jin bi pêş dikeve zilam jî jê fêr dibe û pêş dikeve. Ji hêza jinê ku şoreşa Rojava gihandin roja îro gelekî bawer in. Wê zihniyeta mêrê serdest nikaribe pêşiya jinan bigire. Ji ber ku kedek mezin ya jina azad di vê şoreşê de heye."
 
Mistefa di dawiyê de wiha got: "Bi pergala hevserokatiyê em ê hemû paşverûtiyan hilweşînin. Wê pergala hevserokatiyê ku sîstema gelan e, di federesyona Bakurê Sûriyeyê wekheviya jin û mêr pêk bîne û  civakê azad bike."