PAJK: Em afirînera jiyana azad dayika xwe Uveyşê bi rêzdarî bibîr tînin

PAJK: Em dayika me Uveyş a bi rêya Rêber Apo li Kurdistanê bû afirînera hêvî û jiyaneke nû ya azad, bi rêzdarî bibîr tînin, di şexsê wê de em bejna xwe li ber hemû dayikên welatparêz ên wefat kirine, bi rêzdarî ditewînin.

Koordînasyona PAJK'ê bi wesîleya salvegera wefata dayika Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dayika Uveyş daxuyaniyek da û got, "Em dayika xwe Uveyş a bi sekna xwe ya berxwedêr re ruhê bi rûmet û têkoşer da Rêber Apo û bi rêya Rêber Apo li Kurdistanê bû afirînera hêvî û jiyaneke nû ya azad, bi rêzdarî bibîr tînin û di şexsê wê de em bejna xwe li ber hemû dayikên welatparêz ên wefat kirine, bi rêzdarî ditewînin."

Koordînasyona PAJK'ê bi wesîleya salvegera wefata dayika Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dayika Uveyş daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hat gotin, "Di destpêkê de em Rêber Apo yê ku wateya herî girîng dide dayikitiyê, ji her kesî bêhtir qîmetê dide ked û mafê dayikê silav dikin û salvegera 23. a wefata wê de Dayika Uveyşê bi rêzdarî bibîr tînin. Di kesayetiya Dayika Uveyş de em hemû Dayikên Gerîla û Şehîdan ên bi hesreta welatekî azad û jiyaneke azad wefat kirin, bi rêzdarî û mînetdarî bibîr tînin. Di Şoreşên Gel ên bûne malê dîrokê de, yên bal kişandine û bûne mînak ji civakê re dayik in. Dayika Gorkî ku bû sembol, bû navê senteza dayikên hemû şoreşan. Di heman demê de di şoreşa me ya li Kurdistanê de, ji bi hezaran dayikên serbilind û leheng re şahidî hat kirin ku kêmî dayika Gorkî neman. Ew ne tenê dayikên şoreşgeran bûn, di heman demê de wan bi xwe jî di rêya şoreşê de gavên mezin avêtin, ruh tevlî şoreşê kirin û îlham afirandin. Ji Dayika Durre heta herî dawî Dayika Berfo, Dayika Gulîzar, dayikên me yên bê hejmar hene. Bi heman rengî Dayika Uveyş di rewşa dijwar a sala 92'an de, xwe bi kesk, sor û zer xemiland, bi rûmeteke mezin, sekna Dayika Rêberê şoreşekê bi nîşaneya serketinê ya bi destên xwe yên kedkar re nîşan da."

'ROLA DAYIKA UVEYŞ A LI SER RÊBER APO GELEKÎ DIYARKER E'

PAJK'ê got, "Bêguman qîmeta Dayika Uveyş, bi tenê bi anîna dinyayê ya Rêber Apo nayê pîvandin. Nirxa bingehîn a afirandiye, di hîndekariya xwe ya yeman a rêbaza mezinkirina Rêbertiyê de veşartiye" û ev yek destnîşan kir: "Lewma Dayika Uveyş bi tenê jiyaneke biyolojîk diyarî Rêber Apo nekir, di heman demê de bi zanistiya xwe ya mezin, kesayetekî têkoşer ê dibe xwe bi xwe, diyarî wî kir. Hêmana afirîneriyê ya destên wê yên pîroz heye. Kesayetiya xwe ya têkoşer û îsyankar, weke taybetmendiyên kesayetiyê ji kurê xwe re mîna mîrateyê hişt.

Ne tenê mirovekî hembêza xwe vedike, di heman demê de kurekî ku dizane bibe xwe bi xwe, li ser lingê xwe disekine, bi vîna xwe ya cewherî tevdigere, ji xwe bawer dike û xiyanetê li dayikê nake mezin kir. Ji xwe nîşaneyên serpêhatiya şoreşê ya Rêber Apo xwe dispêre wê demê û di vê zanistiya ji dayika xwe wergirtiye de veşartî ye. Tevî vê rêbaza mezinkirinê, asta lêpirsînê ya Rêber Apo ku her tiştî qebûl nake, di nava diyalektîka têkilî û nakokiya bi diya re, veşartî ye. Dayika Uveyş hîn dikir, Rêbertî jî ya diviyabû werbigirta werdigirt, ev yek di kesayetiya xwe de dida rûniştandin, lê belê pîvan û ferzên tund û paşverû didît, bi hemû hebûna xwe re red dikir û nakokiyên mezin ên watedar dijiya. Ev diyalektîka têkilî û nakokiyê ya di navbera Rêber Apo û Dayika Uveyş, bû qonaxa destpêkê ya projeya civaka demokratîk. Rêberê me ruhê zarokê azad di vê nakokî û pevçûnan de qezenç kiriye. Ji ber vê yekê rola Dayika Uveyş a li ser Rêber Apo gelekî diyarker e. Li şûna têkiliyeke dê-kur a têkçûyî, şêweyê têkiliyeke afirîner, têkoşer û lêgerîner bi pêş ket. Û hinekî bi bandora vê têkiliyê re li Kurdistanê pêşketin çêbû û têkoşîna xwegihandina mezin a bi jinê re bi pêş ket."

'EM SOZA XWE YA WELATÊ AZAD Û JIYANA AZAD DUBARE DIKIN'

Di daxuyaniya PAJK'ê de hat gotin, "Tevî ku Dayika Uveyş gelekî xwest, Rêber Apo qumaşekî 5 metre jê re nekirî. Lê li şûna vê hesap ji desthilatdariya mêr ya 5 hezar salî hesap pirsî û ji bo welatekî azad û jiyaneke azad diyarî hemû dayikan bike, şerekî mezin da. Ji ber vê yekê got, 'li gel me mafê dayikê ancax bi şervaniyeke yeman bê dayîn'. Tevî ku sîstema bi serdestiya mêr a roja Îro ji bo dayikan her tim profîla 'dayika pîroz' destnîşan dike jî, mixabin herî zêde jiyaneke bi krîz dide dayikan û jiyanê li wan dike zîndan. Li hemberî vê yekê Rêber Apo got, 'Dayikek di heman demê de ax e, welatparêzî ye, azadî ye, veguherîna li azadiya jinê ye' û bi vî rengî qîmetê dayikitiyê mezin û watedar kir, nirxê esîl da dayikan û çarçoveya girêdana esîl û watedar destnîşan kir.

Em careke din dayika me Uveyş a bi rêya Rêber Apo li Kurdistanê bû afirînera hêvî û jiyaneke nû ya azad, bi rêzdarî bibîr tînin, di şexsê wê de em bejna xwe li ber hemû dayikên welatparêz ên wefat kirine, bi rêzdarî ditewînin. Em soza xwe ya ji bo afirandina welatekî azad û jiyaneke azad dubare dikin."