PAJK’ê ji bo 1’ê Gulanê bang kir

Koordînasyoan PAJK’ê ya Cejna Karkeran 1’ê Gulanê pîroz kir got: “Di 1’ê Gulanê de bang li hemû jinan dikin ku tevlî çalakiyên ku li dijî dagirkirina beden, çand, war û malên xwe, bên lidarxistin bibin.”

PAJK’ê bal kişand ser dîrokçeya cejna Karkeran a Cîhanê û diyar kir ku li gel çalakiyên karkeran ên salên 1800’an û vir ve 1’ê Gulanê ji bo karker û kedkaran weke Roja Yekîtiya Navnetewî, Têkoşîn û Piştevaniyê dest bi pîrozkirinê hatiye kirin.

PAJK’ê diyar kir ku ji wê rojê û vir ve li dijî polîtîkayên kara zêde û dîsa sîstema kapitalîst a li dijî jinê, aborî, qatilê xweza û netewe-dewletê yên têkoşîn kirin 1’ê Gulanê li kolanan, qadan û meydanan ev roj pîroz kirine.

PAJK’ê bi domdarî got: “Em jî li dijî êrîşên gerdûnî ya kapitalîst bi ruhê ‘demokrasiya gerdûnî’ di serî cejna têkoşînê ya Rêber Apo, yên li dijî kapitalîzmê li her derê cîhanê muxalefetiyê dikin, dîsa yên li dijî qirkirina jinê têkoşîna azadiya jinê didin, hejar, hemû gelên hejar, refên bawermendan pîroz dikin.”

PAJK’ê diyar destnîşan kir ku ji Chîngoyê bigire heta Taksîmê, ji Londonê bigire heta Beyrûtê, ji Parîsê bigire heta Bangledaşê, ji Canberra heta Amedê û ji Domînîc heta Havana li her derê cîhanê refên hejar, gel li dijî hêrsa karê ya kapitalîzmê, li dijî êrîşên antî ekolîst, bûne qûrbanên polîtîkayên koletiyê, têkoşîn kirine û daketina qadan. PAJK’ê got: “Ji sala 1889’an heta 1977’an di 1’ê Gulanê de ji wê jî heta roja me ya îro li kolanên cîhanê li dijî karsazên kapitalîst di têkoşîna sozyalîzmê de bi hezaran ciwanên bi cesaret, jin, kedkar şehîd bûne. Rêbetî û partiya me ya ku nirxên vê kedê ku bi vedîtina pradîgmaya xwe re kir ye û partiya me ya ku li ser vê nêrînê dimeşe, bi pradîgmaya azadiya jinê ya sosyalîst re kiriye yek û bi têkoşînê ev nirxên dîrokî girtiye ser milê xwe û bi biryardarî dimeşîne.”

PAJK’ê anî ziman ku bi şewba Koronayê re hê zêdetir hêrsa kara modernîteya kapitalîst xwe daye der. PAJK’ê diyar kir ku ev sîstema ku mirovan kole dike, xwezayê teslîm digire û hemû nirxên etîk tine dike krîzekî dîrokî dijî, di vê demê de hê zêdetir lêgerînên mirovên bi rûmet derdikevin holê. Hêzên hegonomîk ên gerdûnî û nûnerên kapitalîst ên li herêmên me tişta dide gelê me, jinan û xwezayê ji derveyî tinekirinê ne tişteke.

PAJK’ê diyar kir ku em dikarin jiyaneke bi rûmet û bedew ava bikin û got ku “Polîtîkaya hemû dewletên navendên hegemonyaya kapîtalîst ev e ku kedkaran bike kole, beden û ruhê wan her dem dagir bike. Li hemberî vê polîtîkaya koletî û mêtingeriyê, bi polîtîkaya ekolojîk û ekonomîk û azadiya jinê diparêze, em dikarin jiyaneke bi exlaq, rûmet û bedew ava bikin. Vê bêdengiya li hemberî pergala ku dixwaze me bêdeng bike, dibe sedem ku polîtîka kûrtir bibe. Em jin divê em li dijî van polîtîkayên neolîberal li ber xwe bidin û zemînê ji daxwazên jiyana watedar re ava bikin.

Rêbertiya me xwestibû ku hemû jin, gel, çand, bîr û bawerî li ser zemîna tevgera demokrasiyê xwe birêxistin bikin. A niha ev perspektîf li ber me ye. Kapîtalîzmê heta niha bi polîtîkayên demdemî xwe didomand. Lê a niha hemû cihan di bin gefa kapîtalîzmê de ye. Bi hevgirtin, têkoşîna navneteweyî ya 1’ê Gulanê em dikarin demokrasiya global bi pêş bixin.

Em bang li jinan dikin ku em sedsala 21’emîn bikin sedsala azadiyê ya jinan û li dijî dagirkirina beden, çand, war û malên xwe, em çalakiyan li dar bixin.”