PAJK: Azadiya Rêbertî wê bersiva me ya li komployê be

Koordînasyona PAJK'ê, di salvegera komploya navneteweyî ya 9'ê Cotmehê de, ku li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate kirin, daxuyaniyek da.

Di daxuyaniya PAJK'ê de, ji bo hesab ji komployê were pirsîn bang li jin û ciwanan hate kirin ku dakevin qadan û hat gotin, azadiya Ocalan wê bibe bersiva wan a herî mezin a li komployê.

Daxuyaniya koordînasyona PAJK'ê wiha ye: "Em, komploya navneteweyî û hêzên ku komplo kirine bi tundî şermezar dikin. Di şexsê hevrêyên xwe yên şehîd de, ku li dijî komployê bedena xwe kirin xeleka ji agir, li çeperên şer li ber xwe dan û pêşengî ji berxwedana bi heybet a gel re kirin, em hemû şehîdên xwe yên şoreşê bi rêzdarî bi bîr tînin."

Yên ku komplo pêk anîn, xwestin pêşî li hilatina serdemeke nû bigirin. Rêberê me, paradîgma, felsefe û bîrdoziya têkoşînê ya serdemeke nû temsîl dike. Di heman demê de projeyên sîstema nû afirand û bi vî rengî şerekî mezin li dijî modernîteya kapîtalîst ragihand. Sîstema riziyayî, ku bi pînekirinê hewl tê dayin emrê wê bê dirêjkirin, ji her alî ve kifş kir. Di heman demê de dînamîkên guherîna civakî yên radîkal û bê sînor derxist holê. Li dijî paradîgmayên desthilatdariya mêr, paradîgmaya azadiya jinê afirand. Sosyalîzm, bi destê Rêber Apo, li vî erdê ku dergûşa mirovahiyê ye, bi pêşengiya jinê ji nû ve şîn bû. Rêberê me, weke afirînerê vê yekê, bi berxwedana xwe pêşî li komployê girt. Di şexsê Rêberê me de xwestin gelê Kurd biqedînin, hêviya mirovahiyê tine bikin û paşeroja jinê tarî bikin. Pêşî li vê hewldanê hate girtin.

Jin û hemû gelên herêmê, li dijî zîhniyeta komploger û sîstema kapîtalîst a hovane ku berhema vê zîhniyetê ye, li dijî modela siyasî ya sosret; netewe dewletê ku amûra desthilatdariyê ya vê zîhniyetê ye, bi coş û kelecana avakirina sîstema demokratîk a gelan têdikoşin. Hêzên komploger bi çalakiyên zindî û bandor ên jin û gelan re rû bi rû ne. Bi vî awayî, hêzên hegemonîk û serdest ên xwestin Rêberê me bi tenê bihêlin, ew bi xwe bi tenê man. Agirê azadiyê yê ji aliyê jin û ciwanên Kurd ve hate vêxistin, bû meşale û gelemperiya Rojhilata Navîn ronî dike, dostên gelê Kurd zêde dike û bi hêviya avakirina paşeroja xwe, li ser şopa netewebûna demokratîk a li çanda Rojhilata Navîn tê, mîrateya dîrokî zindî dibe. Şoreşa me ku îro bê navber dewam dike, ji sînorên Kurd û Kurdistanê derbas bûye û dibe malê jin, gel û tevahiya erdnîgariya Rojhilata Navîn.

Ji ber vê yekê, bûyerên li Rojhilata Navîn a ku navenda wê Kurdistanê diqewimin, bûyerên ji rêzê nîne. Sîstemên zilm, zordarî, dek û dolaban û komplogeriyê yên pênc hezar salî, di nava krîz û kaoseke kûr de ne. Krîzeke giran a sîstemê heye. Ev yek ji bo têkoşîna me ya demokratîk, sosyalîst û azadiyê, pêvajoyeke şoreşgerî ye.

Sîstema girtîgeha Îmraliyê, bi qanûnên taybet ku li cîhanê yên dişibin wan nîne û bi rengekî li derveyî hiqûqa dewleta Tirk, bi nêzîkatiyên siyasî, bi awayekî ne hiqûqî û ne însanî tê birêvebirin. Ev pêkanîn li pêş çavên tevahiya raya giştî ya navneteweyî tê kirin. Tevî ku peymanên navneteweyî û qanûnên navxweyî tên binpêkirin jî, saziyên navneteweyî bêdeng in. Bêdengiya dewletên Yekîtiya Ewropayê li pêşberî vê rewşê, tê wateya hevkariya sûcê delweta faşîst a Tirk. Hemû hêzên li vê rewşê temaşe dikin, heman sûcî dikin. Di komployê de israr dikin. Yên ku di pêkanîn û siyaseta komplogeriyê de israr dikin divê zanibin, ku em ê li dora Rêberê xwe hê bi xurtî bicivin û bi çalakiyên hê radîkal israra xwe ya di azadiyê de mezintir bikin. Her dever wê bibe qada çalakiyê, her roj wê bibe roja hesabpirsîna ji komployê. Ne tenê 9'ê Cotmehê û 15'ê Sibatê yên salvegera komployê, em ê ji 9'ê Cotmehê dest pê bikin û her rojê bikin roja hesabpirsîna ji komployê. Têkoşîna gelê me wê bi pêşengiya jin û ciwanan heta serketinê bidome.

Li ser bingeha hesabpirsîna ji komplogeran, azadiya Rêbertî wê bibe bersiva me ya herî mezin a li komployê. Mezintkirina têkoşîna azadiyê, zêdekirina qadên azadiyê, mayindekirina çanda civakî ya nasname û vîna azadiyê ye.

Di serî de jin û ciwanên Kurdistanî, em bang li gelên xwe û her kesên li dijî hêzên komploger ên faşîst in dikin, ku hesab ji komploya navneteweyî ya 9'ê Cotmehê bipirsin û bi rengekî bi bandor tevlî çalakiyan bidin û dakevin qada serhildanê."