Nûjîn Bêrîtan: Divê jin di her şertî de li dijî rejîmê têbikoşin

Endama Meclîsa Partiya Jiyana Azad a Rojhilatê Kurdistanê (PJAK) Nûjîn Bêrîtan diyar kir ku Îran bi peyva ‘recûle siyasî’ mafên jinan bi pê dike û divê jin li hemberî vê desthilatdariyê di her şertî de têbikoşin.

Endama Meclîsa Partiya Jiyana Azad a Rojhilatê Kurdistanê (PJAK) Nûjîn Bêrîtan vê heftiyê tevlî bernameya Ravîn ya Aryen TV’î bû. Bêrîtan êrîşên dagirkeran ên li Kurdistanê nirxand.

Ji 23’ê Nîsanê ve êrîşên dagirkeran û bi taybetî êrîşên dagirkeriya Tirk, li ser Kurdistanê zêde bûne. Di heman demê de Hêzên Parastina Gel HPG’e pêngavek da destpêkirin. Hûn van êrîşan û vê pêngavê çawa digrin dest?

Di serî de ez rêz û silavên ji gerîlayên ku li himber dagirkeriyê li ber xwe didin û pêngava ku dane despêkirin re dikim. Di heman demê de salvegera komkujiya Ermenan bi bîr tînim û her wiha sal roja komkujiya Sine bi bîr tînim. Ji bo êrîşên li ser gerîla Kurdistanê ango Partiya Karkerên Kurdistan(PKK) pêwîst e ku mirov baş dahurandin bike û girêdanbûna wê ya bi hewildanên dagirkirina Kurdistanê ve bibîne. Ji bo ku dagirker rê li ber xwe vekin ku bi giştî Kurdistanê dagir bikin êrîş dibin ser qada Behdînanê. Ger ku em çav li dîrokê bikin, emê bibînin ku salvegera komkujiya Ermenan û êrîşên dagirkeriyê li ser Kurdistanê di heman demê de ye, bê guman ev yek jî bi pilan tê kirin. Di roja îro de hêzên deshilatdar dewleta Tirk wekî amûrekî bi kar tînin, Emerîka rê li ber dewleta dagirkeriya a Tirk pêxistiye. Ji ber ku ew jî yek ji endamên NATO ye. Bi biryara li ser heval Mûrat Karayilan, Dûran Kalkan û Cemîl Bayik êrîşên xwe dîsa xistin rojevê.

Bandora têkoşîna hereketa azadî li ser Rojhilata Navîn di çi astê de ye. Dijminê gelê Kurd ji bo ku hereketa azadî tune bikin, di nava yekîtiyekê de ne. Li Rojhilatê Kurdistanê jî, bi navê Sipay Pastaran êrîşî hêzên we dikin. Li ser van êrîşan YRK’e daxwiyanî da. Di daxwiyaniya we de bal hatibû kişandin ser agirbesta heyî û bal hatibû kişandin ku êrîşek jî were, wê bersiv di çarçova xwe parastinê de bê kirin?

Di resmiyetê de di navbera me û Îranê de agirbestek heye. Her wiha hêzên me ji bo parastina vê agir bestê bi dilsozî têdikoşin. Ew êrîşên ku li ser hereketên Kurd çêdibin, ne tenê li ser hereketên Kurd e li ser gelê Kurd e. Binketina van konsept û hevpeymanên heyî ruhekî li beramberî hereketa azadî diyar dike. Ev jî li herçar perçeyên Kurdistanê li ber çavan e. Êrîşên ku çêdibin jî ji hev ne cûda ne, lê belê gelo heya çi astê Îranê vê yekê li ber çavan digre.

Peyva Recûlê siyasî ji bo hilbijartinan pir hate û tê bikar anîn. Ev peyv ya di nava hilbijartinên serok komarî de pir hate bikaranîn wateya vê peyvê di naverok de çiye?

Nerînên û hewildanên me di rastî de ne tenê yê me ye, daxwazên gela ne û bi taybetî yê gelê Kurdistanê ye. Li Îranê mirov nikare bêje ku hilbijartineke demokratîk nîne ji ber ku di rastî de ev yek zelal ku tiştekî bi navê hilbijartin nîne. Peyva recûlê siyasî, yek ji wan sîlahan e ku di destpêka avabûna rêjîma Îslamî û hatina wê ya li ser hûkim de hatiye bikaranîn. Di heman demê de ev peyv ango gotin di dema hilbijartinan de tê kirin ji bo sêberekê li ser jin bide çêkirin û di heman demê de ev peyîv li ser pirsgirêkên jin wekî sîberekê pir mezin hatiye dayîn. Ev yek weke şerekî pir taybet e û bi nermî bi rê ve diçe. Bi taybet li ser jinên aktîvîst û maf xwaz bandor kiriye. Bi zelalî mijara jinê boykot dike û bê ku behsa mafên jin di hêla aborî û pêşketinên siyasî de hewildana jibîrkirina van mafan dike. Jin di Îranê de rastî tecawiz, tacîz û jidestkişandina mafên wan yê siyasî de tê û bê ku behsa van mijaran were kirin gotina recûlê siyasî dixe rojevê de û bi vî awayî pêkanînên ku li ser jinê tên kirin piştguh dike û dide bin sîberekê de. Bi vî awayî nahêle ku dengê nerazîbûna jin di vê derbarê de derkeve. Ji bo me derketina jin li ser ragihandina azad û gihandina dengê xwe di heman demê de pêşxistina xebatên jin ji tevlîbûna hilbijartinan girîngtir e heya ji bûyîna serokkomar jî  hê girîngtir e. Ji ber ku helwest û yek girtina jinan di hinek xebatên civakî de ku jiyan bi hebûna jin pênaseyekê bigre, bi nêrîna min ev xebatên bi vî rengî hê bi hêztir in û bi nirxtir in ku jin beşdarî hilbijartin bibin an na. Ji ber ku di rastî de çareserkirina pirsgirêkên jin hê girîngtir e û di heman demê de her kes dizane ku recul tê wateya zilam û reculê siyasî ew e ku kesekî eslê xwe Îranî be û mezhebê wî Şîa be û tecrubeya wî di meclisê de hebe ew jî zilam in. Di heman demê de sûretekê ji Quranê derdixin pêş ku gotina recûl di wir de bi wateya mirov hatiye bikaranîn derdixin pêş. Şûrayê Nîgahban nû vê yekê hindekî derdixe pêş û dibêje gelo di vir de ev gotin bi mebesta zilam an jin e, ev jî bê guman tenê ji bo tevlihevkirina mêjiyê mirov tê kirin û ji bo jinan nayê tu wateyek din. Niha hinek jin di Îranê de li himber van ferasetan li ber xwe didin û dixweazin rêyekê ji bo jin vekin ez wan silav dikim, lê ya rast hêviya me ji wan heya ku hev bigrin ji ber ku pir bi tenê dimînin ev him yên di Îran de û him jî yên derveyî Îranê pêwîste xwe bi rêxistin bikin.

Jin di civakê de dikare nerînek wisa bide ku em we qebûl nakin (serok komarî zilam). An jî bi şêwazekî rolê jin di nava civakê de biguhere?

Yek ji şaştiyên herî mezin ev e ku, behsa qebûlkirin û ne qebûlkirina jinê tê kirin. Kesên ku nûnertiya min neke di nava fikir û bawerî de. Qanûna yekemîn ev e ku mezhebê wê diyar bin, neteweyê wê diyar bin. Girêdayî wilayetî feqî be, Girêdayî qanûnê rêgezperestî be. Kes nikare nerîna xwe li ser min ferz bike, ji bo qebûl kirin an jî ne qebûl kirinê. Yek ji qanûnên esasî ku wî kiriye nûnerê min, ev e ku wekî netew li dijî min e.

Di qonaxa ku di Îran û Rojhilatê Kurdistanê de heye, ji milê aborî û hemû pirsgirêkên civakî yên ku hene. Peyama we ji bo jinan çi ye û pêwîst e helwesta wan çawa be û çawa li ber xwe bidin û têbikoşin?

Pêwîst e jin ji nava wê şêlûbûnê derkevin û ew derew û xapandinên ku rejîma dagirker ya Îran dike û bibîne ji ber ku her kes dikare vê teqez bike. Mînak niha bi vî awayî gel dixapînin û dixwazin dengê wan jî bo berjewendinên xwe bi kar bînin, gel dawetî ser sindoqan dikin û dibêjin, kesên ku deng bidin, emê aşiya korona li wan bidin. Di heman demê de kesên ku dengê xwe didin Şûreyan divê deng bidin serokkomar jî. Vê yekê dikin ji bo ku mayîna xwe ya li ser hukum rewa bikin û deshilata xwe bi zorê bidin qebûlkirin. Di van hilbijartinan de rewabûna meclîsa wan jî bi vî awayî kete jêr pirs de ji bo vê yekê niha tenê bi hejmar be jî dixwazin rewabûna xwe careke din qezenc bikin. Ji bo vê yekê pêwîst e beriya her kesî jin li himberî vê yekê bi biryar bin û berpirsyariya li himber fen û fîtên wan rabin û xwe bi rêxistin bikin û yekgirtî bin. Vê yekê ji mal dest pê bikin heya ku derkevin qadan û mafê xwe bixwazin û bi taybetî bêexlaqiya rêjîma Îranê ya li himberî jinan bi zelalî raxin ber çavan.