Nobedarên vê hefteyê, endamên Tevgera Jinê ya Swîsreyê ne

Nobada ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li ber avahiya Konseya Ewropayê tê organîzekirin, vê hefteyê ji aliyê endamên Tevgera Jinê ya Swîsreyê ve tê girtin.

Çalakiya ku li herêma nêzî avahiyên Konseya Ewropayê, Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê û Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê ya Konseya Ewropayê tê lidarxistin, di hefteya 275'an de ye.

Bi navê Tevgera Jinê ya Swîsreyê Saadet Kûran, Salîha Ocalan, Tenzîle Yûsûf û Sûltan Zor tevlî nobeda li bajarê Strasboûrg ê Fransayê bûn. Koma ji Swîsreyê, roja Yekşemê nobed ji koma ji Dusseldorfê dewir girt.

'TÊKOŞÎN WÊ HETA AZADIYA OCALAN BIDOME'

Berdevka komê Saadet Kûran bi bîr xist, ku çalakiya nobedê ev 5 sal in dewam dike û destnîşan kir, ku heta azadiya Ocalan wê bidome. Kûran got, "Heta ku Rêberê me azad bibe, em ê li ser piyan bin" û anî ziman, ku wê berxwedanê geş bikin.

Saadet Kûran ragihand, ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ew zane kirine, jin jî ji wî bawer in û got, heta ew hebin, ew ê li ser şopa Ocalan bin. 

'JIN DEYNDARÊ OCALAN IN'

Kûran diyar kir, ku jin deyndarê Ocalan in û got, "Rêbertî dibêje, 'heta jin azad nebe, civak azad nabe, ez jî azad nabim'. Em jî dibêjin 'berxwedan jiyan e' û em ê li ser şopa Rêberê xwe bimeşin. Û bang li hemû jinan dikin, ku heta Rêberê xwe azad bikin, tevlî van çalakiyan bidin."