Nobeda li pêşiya ‘Mala Rêbertiyê’ ya Kongreya Star di roja 2’an de ye

Çalakiya nobedê ya Kongeya Star a piştî êrîşa dewleta Tirka li ser mala li gundê Elpelûr a Kobanê ku demekê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan lê mabû û şûnde, dabû destpêkirin di roja 2’an de didome.

Kongreya Starê duh "Konê Parastinê" li pêş mala ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a li gundê Elpelûr ê Kantona Kobanê, lê dima vegirt.

Armanca danîna kon şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk a 16’ê Nîsanê ya li ser mala ku Rêberê Gelê Kurd lê dima bû. Kon bi wêneyên Ocalan û alên Kongreya Star hate xemilandin.

Ji endamên Kongreya Starê 4 kes wê di çarçoveya biryarên xweparastinê yên ji şewba vîrûsê ya Korana ku li Herêma Firatê hatiye ragihandin 24 saetan nobedê bigirin.

Endama Kongreya Star Edla Bekir a tevlî nobedê bû, êrişa li dijî mala Rêberê Gelê Kurd Abdulla Ocalan şermezar kir û got: "Mala Rêbertî li cem gelê herêmê xwedî girîngiyeke mezin e."

Bekir destnîşan kir ku ew ne tenê banga rakirina tecrîda li ser Ocalan dikin, di heman demê de banga pêkanîna azadiya fîzîkî ya Ocalan û azadiya tevahî gelên bindest dikin.

Edla Bekir bang li gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir ku serî hilde û asta têkoşînê li dijî dewleta Tirk a dagirker bilind bike. Her wiha bêdengiya navneteweyî ya li hember êrîşên dewleta Tirk ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kir û teqez kir ku ew ê têkoşînê li hember êrîşên dewleta Tirk bidomînin.