Nivîskara jin a Hîndû li Efganîstanê hat kuştin

Nivîskara jin a Hîndû li Efganîstanê hat kuştin

Nivîskara jin a Hîndû Sushmita Benerjee, êvara Çarşemê li Efganîstanê hat kuştin. Tê gotin ku Benerjee ji aliyê Talîbanê ve hatiye kuştin. Benerjee ku bi karsazekî Efgan re zewiciye, di sala 1990 de li ser mijara mirovên oldarên radîkal pirtûkek bi sernavê "Hevsera Kabuliwalas Bengalî" nivîsandibû.

Çavkaniyên polîsan gotin, "Me cenazeyê wê yê ji guleyan bûbû mîna seradê, îro serê sibê (Pêncşem) li nêzî dibistaneke olî dîtin." Çapemeniya Hînt da xuyakirin ku cenazeyê Benerjee li bajarê Sharan ê li bejahiya Paktîka ye, hatiye dîtin.

Rayedarê polîsan Devlet Khan Zadran da xuyakirin ku komek çûye mala Sushmita Benerjee, destên wê girê daye û ew revandiye. Zadrad ragihand ku wan der barê bûyerê de serî li îfadeya hevserê wê dane û diyar kir ku ew texmîn dikin êrîşkar ji ber ji pirtûka Benerjee ya hatibû nivîsandin û dûre fîlmê wê hatibû kişandin nerazî bûn, lewma ew kuştine. Zadran got, "Li laşê Benerjee 20 gule derketin, porê wê jî rût kiribûn."

Talîbanê hînê berpirsyariya kuştina Benerjee negirtiye ser xwe. Yek ji nivîskarên navdar ên Hîndîstanê Sushmita Benerjee ya 49 salî bi karsazê Efgan Janbaz Khan re zewicî bû. Nivîskar ku beriya niha bi demeke kurt li Efganîstanê bicih bûbû, li Paktîkayê li nexweşxaneyekê dixebitî.

Pirtûka "Hevsera Kabuliwalas Bengalî" ya nivîskar, behsa bûyerên di salên 1990 de li gundekî di bin kontrola Talîban debû, dike. Di pirtûkê de, cihê ku di pirtûkê de behsa wê tê kirin û cihê ku Benerjee lê hatiye kuştin, heman cih e. Pirtûka Benerjee di sala 2003'an de ji aliyê Bolywoodê ve bi navê "Reva ji Talîban" bûbû fîlm.