Newaya Jin: Em rê nadin qirkirinê

Rojnameya mehane ya jinê Newaya Jin, hejmara xwe ya meha Cotmehê bi manşeta 'Em rê nadin qirkirinê' weşand.

Rojnameyê bi hejmara xwe ya meha Cotmehê dest bi dema nû ya weşanê kir û di kategoriyên "Jineolojî", "Aboriya Komunal", "Pêşketin û perwerdeya zarokan" gelek analîz û gotar weşand.

Newaya Jin di hejmara Cotmehê de bi giranî mijarên polîtîkayên mêtingeriyê û çanda destavêtinê vegot. Têkildarî mijarê cih da analîzên Zozan Sîma û Nagihan Akarsel ên ji Komîteya Jineolojiyê.

Newaja Jin di hejmara 187'an de cihekî berfireh da Şehîdên Cotmehê û nivîsên demên cuda yên Gûrbetellî Ersoz, Selma Dogan, Gulnaz Karataş û Andrea Wolf. Her wiha Bêrî Dersimî jî nivîseke vegotinê ya têkildarî Nûrsel Înce (Sarya) nivîsî.

MEXMÛR 15 MEH IN DORPÊÇKIRÎ YE

Yek ji sernavên ku vê mehê bi girîngî hate nirxandin, rewşa kampa Mexmûrê ye ku ji Tîrmeha 2019'an ve ji aliyê PDK-Dewleta Tirk ve dorpêçkirî ye. Rojnameyê di vê der barê de cih da analîza Berdevka Komîteya Dîplomasiya Jinê ya Mexmûrê Leyla Arzû Îlhan. Berdevka Komîteyê qala mirina mirovan, binpêkirina mafên mirovan, krîza aboriyê yên di dema ambargoyê de kir û bang li Kurdistaniyên li Ewropayê kir ku li dijî vê yekê bikevin nava liv û tevgerê û zextê li Neteweyên Yekbûyî bikin ku bêdeng nemîne.

Rojnamevan Bêrîtan Zagros jî bal kişand ser çanda destavêtinê ya li Başûrê Kurdistanê û sîstema dadgeriya mêr a PDK rê li ber vedike, vegot.

DEMA PÊKANÎNA AZADIYÊ

Ji nivîskarên rojnameyê Zerya Gul û Gulistan Îke li ser pêngava 'Bes e ji tecrîd, faşîzm û dagirkeriyê re; dem dema azadiyê ye' nivîsîn û pêşengiya jinê bi bîr xistin.

Di rûpela "Jineolojiyê" de ya li kategoriya xweser, endama Komîteya Ewropayê ya Jineolojiyê Zîlan Diyar nivîsî. Diyar bal kişand ser tecrûbeya 12 salan a ji nîqaş û karên Jineolojiyê û têkildarî pênaseya jineolojiyê hin detayên girîng parve kir.

Fadîme Şenpinar li kategoriya "Pêşketina zarokan û perwerde" û Çarçel Engîzek jî li ser "aboriya çandî" nivîsîn.

Di hejmara Cotmehê ya Newaya Jinê de hevpeyvîna bi endamên Koma Elenya ya ku sala 2013'an li Rojava hate avakirin û muzîsyen Lale Koçgun hate weşandin.

Rojname ji vê lînkê dikare bê peydakirin:  https://www.newayajin.net/