Neslîhan Harman jiyana xwe ji dest da
Neslîhan Harman jiyana xwe ji dest da
Neslîhan Harman jiyana xwe ji dest da
Endama Meclîsa Jinê ya BDP'ê ya Kuçukçekmeceyê Neslîhan Harman ku ji bo tevlî mîtînga Aştiyê ya li Kadikoyê bibe ket rê, rastî êrîşa çekdarî ya hevserê xwe yê berê Zeydan Harman hat û jiyana xwe ji dest da
Endama Meclîsa Jinê ya BDP'ê ya Kuçukçekmeceyê Neslîhan Harman ku ji bo tevlî mîtînga Aştiyê ya li Kadikoyê bibe ket rê, rastî êrîşa çekdarî ya hevserê xwe yê berê Zeydan Harman hat. Di encama êrîşê de Neslîhan jiyana xwe ji dest da. Li gorî şahidê bûyerê li nêzî lîseyê, Zeydan Harman hevsera xwe ya berê da ber guleyan û di gulebaranê de Neslîhan Harman bi 3 guleyan birîndar bû. Neslîhan Harman piştî rastî êrîşê hat û birîndar bû, rakirin Nexweşxaneya Mehmet Akif Kalp û jiyana xwe ji dest da. Zeydan Harman piştî êrîş pêk anî ji cihê bûyerê reviya. Li ser vê bûyerê rêveberên BDP'ê çûn nexweşxaneyê û li ber nexweşxaneyê kom bûn. Harman nêzî 10 salin ji hevserê xwe Zeydan Harman cihê ye. Neslîhan Harman berê jî ji ber ku rastî gefên Zeydan hatibû serî li polisan dabû.