Navnîşana Jinnews a li ser înternetê hate astengkirin

BTK’ê navnîşana înternetê ya ajansa nûçeyan a jinan Jinnews asteng kir.

Sîteya Jinnewsê ya bi dirûşmeya “Bi pênûsa jinê li ser şopa heqîqetê” ya ku di dîroka 25’ê Îlona 2017’an de li ser înternetê dest bi weşanê kirî, ji aliyê Saziya Peywendî û Teknolojiyên Zanistê (BTK) ve careke din hate astengkirin.

Di çarçoveya qanûna BTK’ê ya bi hêjmara 5651’ê de, hate gotin, “Ji dîroka 13/08/2020’ê ji ber biryara bi hêjmara 490.05.2020.-3580131 wê di derbarê vê sîteya înternetê (jinnews9.xyz) tedbîrên îdarî hatin pêkanîn.”