Navenda jinan a Kobanê di demên şer de jî çalak e
Navenda jinan a Kobanê di demên şer de jî çalak e
Navenda jinan a Kobanê di demên şer de jî çalak e
Li Rojavayê Kurdistanê yek ji saziyên aktîf ên jinan Navenda Perwerde û Zanista Jinê li Kobanê ye. Navenda jinê li dijî êrîşên Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê (DAIŞ) roleke aktîf dileyzin û di mijara parastinê de çalak e.
Piştî êrîşên komên çekdar ên DAIŞ’ê li ser herêmên Rojavayê Kurdistanê, Însyatîfa Gel a Demokratîk a Rojavayê Kurdistanê seferberî îlan kir. Perwerde û Zanista Jinê li Kobanê jî mîna hemû saziyên sivîl ket nava liv û tevgerê û xebatên cur be cur meşand. 5 endamên Navendê ketin nava xebatên Heyva Sor û her dem ji bo alîkariya bijîşkan ji bo dermankirina birîndarên şer amade bûn. 5 endamên navendê tev li nava saziyên ewlekariya sivîl bûn. Li aliyê din 4 endamên navendê ji bo amadekirina xwarinê ji bo şervanên YPG’ê û YPJ’ê ên di meydanên şer de dixebitin. Tevî van xebatan jî Endamên Saziyê di hemû merasîmên şervanên YPG’ê yên ku di şer de jiyana xwe jidest didan amade ne.
PERWERDE Û KARÊN XWE JÎ DEWAM DIKIN
Li gel rewşa seferberiyê Navenda Perwerde û Zanista Jinê, dest ji karê xwe yê asayî bernedaye, perwerdeya endamên xwe didomîne û pirsgirêkên jinan çareser dike. Navend der heqê bûyerên rû didin jî her dem dibe xwedî daxuyanî û helwestê. Ji destpêka şer ve navenda jinan bi armanca şermezarkirina helwesta hikûmeta Başûrê Kurdistanê ya girtina deriyê Sêmalka û êrîş û fitweyên komên çete daxuyanî da û helwesta xwe nîşan da.
Navenda Perwerde û Zanista Jinê ya Kobanê, piştî ku şervana YPG'ê Viyan jiyana xwe ji dest da, jinên kobanê fêrî bikaranîna çekan kir. Hejmara jinên ku hatin perwerdekirin gihişt 182'an. Di encama vê perwerdeyê de tabûreke ji 120 jinên Kobanê ya bi navê Tabûra Şehîd Viyan hat avakirin. Li gel karên çekdarî, navend xebatên çandî jî dimeşîne û ji bo zarokên herêmê koma Şehîd Peyman a muzîk û govendê ava kir.
DI DEMA KOÇBERIYÊ DE ENDAMÊN NAVENDÊ ZÊDE BÛ
Dema ku herî zêde behsa koçberiya ji Rojava hat kirin, endamên Navenda Perwerde û Zanista Jinê zêde bû. Di vê navberê de komîteya lihevanînê ji 6 kesan hate damezirandin. Her wiha 3 jinên ku piskolojî xwendine ji bo alîkariya zarokan û jinan di mile piskolojîk de hatin erkdar kirin. Ev jinên mijara gotinê, bi mirovên ketine bin bandora neyînî ya şer û psîkolojiya wan xera bûye re eleqedar in.
‘EMÊ XEBATÊN XWE BIDOMÎNIN’
Der barê xebatên Navenda Perwerde û Zanista Jinê a li Kobanê, yek ji rêveberên navendê Melîha Ebdela da zanîn ku ewê di demên pêş de jî alîkariya xwe ya ji bo jin û hemû pêkhatiyên li herêmê, dewam bikin.
Melîha Ebdela destnîşan kir ku ewê hêza xwe têxistin xizmeta YPJ û YPG’ê û her dem wê li kêleka wan bin. Melîha Ebdela der barê Tabûr Şehîd Viyan jî ev agahî dan: ‘‘ Dema me Tabûra Şehîd Viyan saz kir gelek jin hêrs bûn. Bi taybetî jinên Ereb ên ji gundên Rojavayê Kobanê koçber bûne dixwazin tev li perwerdeyê bibin û cihê xwe di nava tabûra jinan de bigirin."