Di merasîma veşartina şehîdan de soza şopandina xeta şehîdan hate dayîn
Şêniyên Kantona Firatê bi merasîmeke bi heybet 3 cangoriyên azadiyê li Pakrewangeha Şehîd Dîcle veşartin. Di merasimê de soza şopandina xeta şehîdan hat dayîn.
Şêniyên Kantona Firatê bi merasîmeke bi heybet 3 cangoriyên azadiyê li Pakrewangeha Şehîd Dîcle veşartin. Di merasimê de soza şopandina xeta şehîdan hat dayîn.
Bi sedan şêniyê Kantona Firatê sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser cenazeyê şervanê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Ehmed (Ehmed Qarî) ku di 19`ê Çileyê de li Kaşê Bêrkel, hemşîreya tenduristiyê Lînda Şelebî di 18`ê Çileyê di encama nexweşiya penceşêrê, xwendekara Zanîngehê Rojava Ronîza Mihemed Elî ku di 22`ê Çileyê de li Bendava Tişrînê şehîd bûbûn, îro bi merasîmeke bi heybet li Pakrewangeha Şehîd Dîcle ya başûrê Kobanê veşartin.
Di merasîmê de, deqeyek ji bo şehîdên şoreşê rêz hat girtin û piştre jî Berdevaka Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Kantona Firatê Eyşe Efendî, sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û soza şopandina rêya şehîdan da.
Eyşe Efendî, diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker bi hemû hovitiya xwe êrîşî herêmê dike û wiha pê de çû: “Dewleta Tirk bi hemû hêza xwe êrîşên xwe yên hovane li ser herêmê pêk tîne. Lê tevî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk jî, gelê me berê xwe dide bendava berxwedanê û peyama ‘em ji mirinê mezintir in’ dide. Me çawa ku di sala 2014`an de çeteyên DAÎŞ`ê têk bir, em ê vê carî jî dewleta Tirk di bendavê de têk bibin. Em hêza xwe ji şehîdên xwe digirin, lewra em xwedî hêza herî xurtir. Em soz didin ku her tim li pey xeta şehîdên xwe bin.”
Hevserokê Meclîsa Malbatên Şehîdan Mihemed Bozî, anî ziman ku ew soz didim ku wê her tim li pey xeta şehîdan bin û got: “Em ê hata dawiyê li pey xeta şehîdên xwe bin. Em tu carî bi êrîşên dagirekeriya Tirkiriyê tune nabin. Her yek ji me şehîd dibin hêza û vîna me xurtir dibe. Ji ber ku şehîdên me hêza me ne, em ê bi rihê şehîdên xwe têkoşîn û berxwedana xwe xurtir bikin.”
Piştre wesîqeya şehîdan ji aliyê endama Meclîsa Malbatên Şehîdan ve hat xwendin û radestî malbatê hate kirin.
Cenazeyê şehîdan bi tilîlî û bi dirûşma “Şehîd namirin” hatin veşartin.