Nasnameya jina li Kercosê hat kuştin aşkere bû

Nasnameya jina li Kercosê hat kuştin aşkere bû

Cenazeya ku li navçeya Kercosê ya Êlihê li ber rê hatibû dîtin, hate tesnîtkirin ku yê jina bi navê Besna Çelîk a 42 salî ya ji Pasûrê  ye.

Cenazeya jina ku li ser riya gundê Cimêlînê ya girêdayê navçeya Kercosê ya Êlihê hat dîtin, hate tesbîtkirin ku yê jina bi navê Besna Çelîk a ji Şêxbûba ya navçeya Pasûra Amedê  ye. 
Malbata Besna Çelîk ku du meh berê ji malê derket û wenda bû, cenazeya keça xwe tesbît kirin. Bavê Besna Çelîk, Mahmut Çelîk,  piştî ku cenezaya keça xwe tesbît kirin serî li Serdogeriya Komarê ya Kercosê dan û xwestin cenazeyê bigirin.  Piştî teşhîs û mînakên xwînê malbatê cenaze teslîm girt. Cenazeya Çelîk ji bo li gundê Şêxbuba ya Pasurê bê definkirin, duh êvarê ji Nexweşxaneya Dewletê ya Gerçuşê hat girtin.

Piştî cenazeya Çelîk hat dîtin lêpirsîn hat dest pêkirin û nayê zanîn ku ka Çelîk ji aliyê kê ve hatiye kuştin.