Namzetên jin ên HDP’ê: Jin wê bendê hilweşînin

Namzetên jin ên HDP’ê ku beşdarî bernameya perwerdeya rojekê ya ku Kongreya Jinên Azad bûn, hilbijartin, xebatên hilbijartinê, namzetiya xwe ji ANF’ê re nirxandin.

Namzetên jin ên HDP’ê  li Amedê beşdarî bernameya perwerdeyê ya rojekê ya ku Kongreya Jinên Azad (KJA) amade kir, bûn.  Jinên li salona Sînemayê ya Cep a Sumerparkê hatin cem hev, beşdarî perwerdeya bi mijarên Encama Danezanê ya Hilbijartinê a Jinan, jin û siyasetê bûn. Di perwerdeyê de stratejiya ‘Wekheviya Zayenda Civakê’ jî hat dest girtin û bername ji çapemeniyê re girtî hat kirin.

Namzetên jin têkildarî hilbijartin, xebatên hilbijartin û namzetiya xwe de ji ANF’ê re axivîn.

Nêrînên namzetên jin wihane:

NAMZETA SEMSURÊ AYTEK YILMAZ: Ji ber ku min xwe di vê partiyê de dîtiye, ez di vê partiyê de cih digirin. Di vî alî de ez ji cihekî wek Semsûrê wek namzetek jin di siyasetê de bûm namzet. Sedema vê jî ev e ku pisgirêkên jinan herî zêde jin baş tînin ziman û îfade dikin. Em wek jin, jiyan wisa li me hatiye qedexkirin ku, em wisa  hatine biçûkxistin, cudaxistin, keda me hatiye tinekirin. Em qaşo hene lê di rastiyê de tinene.  Ji bo em ji van re bêjin êdî bes e, ez di HDP’ê de cih digirim. 

Jinên Semsûrê êdî dibînin ku desthilatdariya AKP’ê ya 12 salan ti sozên xwe nayne cih. Di xebatên hilbijartinê de nêrîn û baweriya wan hêzê didin me.  Li Semsûrê hewayek xweş heye. Em ê vê hewaya xweş di 8’ê Hezîranê de tacîdar bikin.

Hedefa ya ewil ev e ku em li Semsûrê du parlamenteran derxînin, lê çima ev hejmar nebe 4 an jî 5. Ger em destê xwe bidin hev em ê her tiştî bikin. Ger jin bixwazin wê hemû astengî û bend rabin.  Em êdî dixwazin deriyê bendan rabin û av azad biherikin. Fikr û nêrîn çi dibe bila bibe divê wek Firat, Mûnzûrê azad biherike.”

NAZMETA SEMSÛRÊ BÎRSEN TUNÇ: Li Semsûrê hewayek gelek xweş heye. Xebatên me giştî têkildarî jin û ciwanan de ne. Ne tenê li Semsûrê ji bo ku şîdet, tacîz, tecawiz, zext û zordariya li ser hemû jinên cîhanê rabe, çi ji destê me bê em dikin.  Em hewl didin ji bo jinan hawirên ku dikarin azadtir lê bijîn, biafirînin.

NAMZETA DÎLOKÊ GUZEL KOÇ: Destpêkê li Stenbolê namzet bûm, piştre ji bo Dîlokê hatim hilbijartin. Li Dîlokê civînên nasînê û pêşwazîkirin gelek xweş bû.  Ji bo min surprîz bû. Bi taybet ji bo Dîlokê. Me wisa nedifikirî ku em bertekên wisa xweş bigirin.  Îtîhmalek mezin em ê her çar kursiyan jî bigirin.

NAMZETA DÊRSÎMÊ EDÎBE ŞAHÎN: Gelê me beriya me dest bi xebatan kiribû. Kelecanek mezin heye. Gelê me bi hêviye.  Hedefên me mezin in.  Ev demek dirêj bû li Dêrsîmê di alî siyasî de mînak di hilbijartinên buhrî de me parlamenterek dernexist. Lê niha jin, ciwan, bêkar,cotkar dizanin ku em ê vê bi HDP’ê re çareser bikin. Vê dizanin. Hewayek xweş heye. Em ê îsal du parlamenteran derxînin.

NAMZETA MEREŞÊ NURAN ÎMÎR: Em wek jin em ê mohra xwe li vê hilbijartinê bidin.  Em bi hedef û baweriyek wisa dimeşin.  Me ji sedî 50 namzetî li herêman dest bi xebatan kir. Nîvê jiyanê jinin. Li dijî şîdet, tacîz û tecawiza li ser jinê ji bo têkoşînek cidî bê afirandin em diçin meclîsê.  Em li ser esasê avakirina jiyanek nû  xebatên xwe didomînin.

NAMZETA MEREŞÊ AYŞENUR VAÎZOGLU: Li navçeyên Bazarcix, Nurhak, Elbîstan, Ekînozu nifûsa Kurd û Elewî zêde ye.  Berê CHP’ê li vir xebat dimeşand. Lê niha gel berê xwe daye HDP’ê. Kelecanek mezin heye. Em vê kelecanê rêxistin dikin û xebatan dimeşînin. Cihê jinê di civaka Elewî de girîng e. Lê pergala heyî ev şûnde xistiye. Aniye asta tinekirinê. Em li wir xebatên hilbijartinê dimeşînin lê hedefa me ya sereke ev e ku em gelê xwe bînin cihê ku heq dikin.”

NAMZETA MEREŞÊ MERYEM YILDIZ: Em ji bo ku projeya jiyana nû bikin jiyanê namzet in. Li Mereşê eleqeyek mezin ji bo HDP’ê heye. Ger em vê veguherin dengan em ê serketinek mezin bi dest bixin.

NAMZETA RIHAYÊ HACÎRE AKSOY: Em ji bo ku jiyanek nû ava bikin ketin vê rê. Em ê bendê hilweşînin. Ger em dest bidin hev ne ji sedî 10 em ê ji sedî 20 li pey xwe bihêlin. Serdanên me yên li Rihayê didomin. Em ê xwe bigihînin gel. Em ê banga jiyana nû bikin.

...