Namzetên jin ên HDP’ê ‘Beyannameya Hilbijartinê ya Jinan” aşkera kirin
Beyannameya hibijartinê ya jinan hat aşkerakirin û nasandina namzetên jin ên HDP’ê yên Rojhilatê Marmara pêk hat.

Namzetên jin HDP’ê Ayfer Koçak, Bedîa Salhan, Sevda Ozer, Dîren Ceval Şen, namzeta Bolu ya HDP’ê Nûr Turk, namzeta HDP’ê ya Karabuk Serp Yolcu, namzeta Sakarya Ayşegul Altintaş, namzeta Bîlecik Perîhan Karakoç ên li avahiya HDP’ê ya Kocaelî kom bûn hatin nasandin.
Li ser navê jinan daxuyanî ji aliyê namzeta Kocaelî Sevda Ozer ve hat xwendin.
Ozer got, “Em ê bihêlin ku her cure şîdeta li hember jinê bi awayekî herî dijwar bê cezakirin” û wiha dewam kir, “Em cîhaneke ku em rastî şîdeta zilam nayên, namirin, nayên kuştin, li kolanên wê bi awayekî azad bi kincên em ê dixwazin bigerin dixwazin.”
Ozer bi gotina, “Em ê ji bo avakirina jiyaneke ku wê mafê jinan ê parastina cewherî bê qebûlkirin bixebitin” axaftina xwe domand.
Ozer herî dawî got ku li ser esasê jinê destûreke bingehîn a nû dixwazin.