'Mîna li Rojava em dikarin projeya JINWAR li vir jî pêk bînin'
Berdevka Komîsyona Ekolojiyê ya HDP'ê Prof. Dr. Beyza Ustun got, pêkane ku projeya gundê Jinwar a jinên Rojavayî belav bibe û destnîşan kir, ku ew ê pêşengiyê ji vê re bikin.
Berdevka Komîsyona Ekolojiyê ya HDP'ê Prof. Dr. Beyza Ustun got, pêkane ku projeya gundê Jinwar a jinên Rojavayî belav bibe û destnîşan kir, ku ew ê pêşengiyê ji vê re bikin.
Komîsyona Ekolojiyê ya HDP'ê, ku bi paradîgmaya civaka ekolojîk radibe, li Dersimê 1. Şêwra Enerjiyê li dar xist. Endama Desteya Rêveberiya Navendî ya HDP'ê Prof. Dr. Beyza Ustun ku di heman demê de berdevka komîsyonê ye, beşdarî şêwrê bûn. Ustun şêwra navborî nirxand û anî ziman, ku ji bo paradîgmaya civaka ekolojîk bê fêhmkirin, ew li mekanîzmayê hevgirtinê geriyane.
Prof. Ustun anî ziman, ku HDP rêxistinbûneke nû ye li Tirkiyeyê û diyar kir, ku ji ber vê yekê paradîgmaya civaka ekolojîk a di rêziknameya partiyê de cih digire divê civakî bibe.
Prof. Ustun ragihand, ku wan li gelek bajaran şêwr li dar xistine û got, şêwr û civînên wan wê ji niha û pê ve jî li ser mijarên çandinî, av û mijarên din ên ekolojiyê dewam bikin.
Prof. Ustun bal kişand ser êrîşên desthilatdaran ên li ser erdnîgariya Dersimê û bi bîr xist, ku niha li herêma Mûnzûrê tevî ku gel naxwaze gelek bendav tên çêkirin.
'JINWAR NÎŞAN DA KU AFIRANDINA JIYANEKE DIN PÊKAN E'
Ustun gundê Jinwar ku jinên li Rojava ava kirine weke mînak nîşan da û got, projeyeke bi vî rengî li ser axa Mezopotamya û Anatoliyê pêkane.
Ustun li ser planên xwe yên demdirêj got, "Jinwar, ku gundê jinê yê komunal e, nîşan da ku jiyaneke din pêkan e. Mîna jinên li Rojava hûnandine, em jî bi enerjiya ji wir digirin, dixwazin tevî jinên li vê derê pêşengiyê ji jiyana nû re bikin. Armanca me ya bingehîn ev e. Em qala rêxistineke siyasî dikin, ku dibêje 'Belê em dikarin bikin', 'Em ê pêşî li faşîzmê bigirin' û jin her li pêş in."
Prof Ustun destnîşan kir, ku ji bo avakirina jiyaneek nû ya azad û wekhev a li ser vê erdnîgariyê, ew bi biryar in.